HDP: Divê hikumeta Başûr daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê

Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê got, divê hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.

HDP: Divê hikumeta Başûr daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê
23 nîsan, 2022   14:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hewlêrê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de, daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Hevesrokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hîkmet Xatîb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, bi ti awayî pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nake, berovajî pirsgirêka aborî, siyasî û civakî kûrtir dike.

Daxuyanî wiha dom kir; “Ên ku li hemberî êrişan bêdeng dimînin, wê berpirsyartiyek mezin a faşîzmê bikeve stûyê wan. Bang li hemû azadîxwazan dikin, bêdeng nemînin û nebin sedema dirêjkirina temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Divê hikumeta Herêma Kurdistanê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin; “Em bang li hemû rêxistin, hêzên siyasî dikin, hemberî êrişan xwedî helwest bin.”

Herî dawî jî li ser pirsa derbarê helwesta Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya derbarê êrişan de, Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Hîkmet got; “Ger Kurdistan yek parçeye, wê demê mafê hemû Kurdan heye li cihek Kurdistanê bijîn. Ji bo vê bêdengî û bersiva wan ya hatî dayîn, ne exlaqiye” .