Şehîd Dilar Heleb hate oxirkirin

Şervana YPJ'ê Ranya Henan (Dilar Heleb) bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdan a li gundê Bino yê herêma Şiqêf hate oxiririn.

 Şehîd Dilar Heleb hate oxirkirin
23 nîsan, 2022   14:10
HELEB

Şervana YPJ'ê Ranya Henan (Dilar Heleb), tev du hevalên xwe Rodîn Ebdilqadir Mihemed (Ronahî Kobanê), Cihan Nidal Elî (Kobanî) 20`ê Nîsanê di encama bomberana balafireke bê mirov a dagirker a li ser başûrê Kobanê şehîd bûn.  Cenazeyê Ronahî Kobanê û  Cîhan Nîdal Elî roja Pêncşemê li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hatin veşartin û cenazeyê şehîd Dilar Heleb ber bi Helebê ve hate rêkirin.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Dilar Heleb li goristana Şehîdan a Ii gundê Bino yê herêma Şiqêf spartin axê.

Şêniyan ji pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û bi berizkirina diruşmeyên "Şehîd Namirin" ber bi goristana şehîdan a li gundê Bino ve çûn.

/ar/uploads/files/2022/04/23/123834_ryfyn-jwdy_1.webp

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê YPJ û YPG`ê ve hate lidarxistin. Paşê ji fermandarên YPJ`ê Rêvîn Cûdî wiha axivî: "Şehîd Dilar ji bo parastina gel û welatê xwe tev li nava YPJ`ê bû. Hemû jiyana xwe kiribû xizmeta doza Kurdî de."

Rêvîn Cûdî  diyar kir ku şehîd Dilar bi rihê xwe yê berxwedêr cihê xwe di dilê gel, heval û dostên xwe de çêkir, bi vîn û israreke xurt têkoşîna xwe dewam kir û di her qadan de xwe îsbat kir.

Rêvîn Cûdî  bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê û wiha domand: "Dewleta Tirk ji hêza jinê û serkeftinên ku bi dest xistine, ditirse û wekî xeteriyekê li ser zihniyeta xwe dibîne."

Fermandara YPJ'ê Rêvîn Cûdî soza şopandina têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan da.

/ar/uploads/files/2022/04/23/123811_rwshan-mhmd.webp

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Rewşan Mihemed destnîşan kir ku şehîdan ji bo gel bi azadî û rûmet bijîn her tiştî feda dikin û wiha pêde çû: "Xaka me bi xwîna şehîdan hatiye avdan û ev yek jî girêdana me bi welatê me ve zêde dike."

Rewşan Mihemed di axaftina xwe de peyamek ji PDK`ê re şand û wiha got: "Divê PDK`ê ji xewa xwe şiyar bibe. Divê dev ji xeta îxanetê berde û di vî şerî de bi birayên xwe yên Kurd re bisekine."

/ar/uploads/files/2022/04/23/123944_athman-shykh-ays.webp

Bi navê malbata şehîd Dilar Heleb jî, Osman Şêx Îs got: "Ji bo gelên ku dixwazin bi rûmet, şehadet tiştekî pîroz e."/ar/uploads/files/2022/04/23/123908_zkyh-mstfa.webp

Piştre wesîqeta şehîd Dilar Heleb ji aliyê endama KPC-Demokratîk Zekiya Mistefa ve hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên 'Şehîd namirin' û tilîliyên dayikan de li goristana Şehîdan a li gundê Bino hate veşartin.

(bx)

ANHA