Li Çilaxa li dijî siyasetên qirkirinê banga bilindkirina têkoşînê hat kirin

Şêniyên navçeya Çilaxa îro daketin qadan û li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê yên dijberî gelê Kurd banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Li Çilaxa li dijî siyasetên qirkirinê banga bilindkirina têkoşînê hat kirin
Li Çilaxa li dijî siyasetên qirkirinê banga bilindkirina têkoşînê hat kirin
Li Çilaxa li dijî siyasetên qirkirinê banga bilindkirina têkoşînê hat kirin
Li Çilaxa li dijî siyasetên qirkirinê banga bilindkirina têkoşînê hat kirin
Li Çilaxa li dijî siyasetên qirkirinê banga bilindkirina têkoşînê hat kirin
23 nîsan, 2022   12:44
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK`ê daketin qadan.

Xwepêşandêran ji qada geracê ya navnerasta navçeyê dest bi xwepêşandanê kirin û ber bi bazara navendî ve çûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û alên PKK`ê rakirin. Her wiha sloganên "Bijî berxwedana gerîla, na ji xiyaneta PDK`ê re" berz kirin.

Li Çerxerêya Şehîd Masûm a li Çilaxa hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê silav kir.

Kenan Berekat diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker helwesta navneteweyî bi kar tîne û dixwaze serdema Osmaniyan vejîne û wiha pê de çû: “Lewma doza Kurdî û projeya demokratîk derb dike. Lê ev hewldan bi saya têkoşîn û berxwedana gelan dê têk biçin.”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hindirîn Sîno jî îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê kir û got: "Ev êriş bi armanca bidawîkirina doza kurdî û dagirkirina herêmên din tên kirin. Divê em li dijî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û şirîkên wê hevgirtina xwe xurt bikin."

Hindirîn Sîno di dawiyê de beşdariya PDK`ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir û ew bi xiyaneta mezin a gelê Kurd û doza kurdî bi nav kir.

(eh)

ANHA