Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî qirkirin û îxanetê seferberî ragihand

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi dirûşmeya "Em ê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin, werin cenga azadiyê", li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk û PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê seferberî ragihand.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî qirkirin û îxanetê seferberî ragihand
23 nîsan, 2022   12:24
HESEKÊ

Bi armanca piştgirîdayîna Hêzên Parastina Gel (HPG) vê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi daxuyaniyekê seferberî ragihand. Daxuyanî li Hesekê bi beşdariya bi dehan endamên tevgerê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Cizîrê hate xwendin.

Endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Can Forîn li pêşiya Gerînendeya Avê ya li Çerxerêya Nesir a bajarê Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên emperyalîst, navneteweyî û dijber komplo û êrişên li dijî gelê Kurdistanê dewam dikin, bi wê re armanc dikin ku gelên Kurdistanê, destkeftiyên wan û tevgrea rizgariya Kurdistanê tune bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker dijminê yekemîn ê tevgera azadiyê ye û armanca wê jî dagirkirina Kurdistanê ye û wiha dewam kir: “Vê yekê jî bi hevkariya PDK`ê û bi taybetî malbata Barzanî dike ku bi awayekî eşkere îxanetê li xwîna şehîdan dike.

Gerîlayên HPG`ê şervanên azadiyê ne û garantiya hebûna gelê Kurdistanê û serkeftina wan in. Parastina Kurdistanê ne tenê erka wan hêzan e, lê belê erka her kesî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê seberberî ragihand.

(eh)

ANHA