Ehmed El-Sufî: Mesrûr Barzanî destûr da dewleta Tirk ku êrişan pêk bîne

Endamê Dewleta Yasa Ehmed El-Sufî destnîşan kir ku rastiya bêdengiya gelek siyasetmedaran li hember êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê cihê gumanan e û nîşaneya hebûna berjewendiyên hevbeş e.

Ehmed El-Sufî: Mesrûr Barzanî destûr da dewleta Tirk ku êrişan pêk bîne
23 nîsan, 2022   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqê yê Dewleta Yasa Ehmed El-Sufî li ser êrişa dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, bang li Hikumet û Parlamentoya Iraqê kir da ku serokê Hikumeta Herêmê bixin ber lêpirsînê. Parlamenter wek sedem jî got; “Ji ber ku serdana Barzanî ya beriya êrişê, tê wateya pêkirina gulupa kesk.”

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Gerîlayên azadiyê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk û PDK’ê diparêzin. Li seranserê Iraqê nerazîbûna dijî êrişan dewam dike, lê heya niha Hikumeta Herêmê bêdengiya xwe diparêze.

Parlamenterê Iraqê Ehmed El-Sufî yê ser bi Hevpeymana Dewleta Yasa derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê de, daxuyaniyek belavkir

Ehmed Sufî di daxuyaniya xwe de dibêje; “Bêdengiya piraniya siyasetmedaran ya hemberî êrişên dewleta Tirk, tê wateya wê ku em bi guman li wan temaşe bikin. Berjewendiyên hevbeş ên hinek siyasetmedaran bi Tirkiyeyê re heye, ji bo vê jî li hemberî êrişên Tirkiyeyê bêdengin.”

Sufî di dewamê de balkêşa ser serdana serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê û dibêje; “Tirkiye piştî serdanê bi du rojan êriş pêkanî, weke ku gulupa kesk ji bo Tirkiyeyê hatibe pêkirin.”

Ehmed Sufî di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Hikumet û Parlamentoya Iraqê kir da ku li ser helwesta Hikumeta Herêmê ya li ser êrişên Tirkiyeyê, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê bixin ber lêpirsînê.