​​​​​​​Moskoviyan: Tirkiyê alava qirkirinê ye, divê sînorek ji xayînan re were dayîn

Rojnamevan û nivîskarê lubnanî Hamo Moskoviyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker alava wêrankirin, koçberkirin û qirkirinê ye. Her wiha anî ziman ku divê sînorek ji xayînan re were dayîn.

​​​​​​​Moskoviyan: Tirkiyê alava qirkirinê ye, divê sînorek ji xayînan re were dayîn
23 nîsan, 2022   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê êrişên berfireh ên qirkirin û dagirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Meydayê dane destpêkirin. Gel, di serî de siyasetmedar, rewşenbîr, akademîseyonên demokratîk nerazîbûnê nîşanî van êrişan didin.

Gelek rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên Ereb bi daxuyaniyeke hevpar  ev êriş şermezar kirin û got: "Hêzên Kurd ên ku di dagirkirina herêma Kurdistanê de alîkariyê didin artêşa Tirk a dagirker, cehş û çeteyên Erdogan in. Armanca wan tenê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd û ji bo berjewendiyên kesayetî, malbatî û partiyetî yên teng kar dikin."

Ji kesên ku ev daxuyanî îmze kirine nivîskar û rojnamevanê lubnanê Hamo Moskoviyan e.

Moskoviyan ji ANHA'yê re û bal kişand ser xeteriya plana Tirkiyê û got: "Di van demên zehmet ên ji ber şerê li Ukraynayê, aloziya leşkerî û siyasî ya li cîhanê de, Tirkiyê hewl dide sûdê ji vê rewşê werbigire. Dewleta Tirk plana êrişeke nû, qikirineke nû, sûcên nû, koçberkirineke nû li dijî gelên Rojhilata Navîn û Qafqasyayê dike."

'TIRKIYÊ ALAVA WÊRANKIRIN, KOÇBERKIRIN Û QIRKIRINAN E'

Hamo Moskoviyan anî ziman ku Erdogan xwe wekî kevoka aştiyê nîşan dide, lê di rastiyê de "Şeytanê şer e" û wiha domand: "Edogan êriş li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye da ku van herêman tev li dewleta Tirk bike. Bi vê yekê sûdê ji têkiliyên taybet ên bi fermandarên Rûsya û Amerîkayê re digire ku rolekê ji diyalogên derbarê şerê li Ukraynayê dilîze."

Moskoviyan îşaret pê kir ku tevahî têkoşer, nivîskar û rojnamevan, rewşenbîr û akademîsyenên azad ên Rojhilata Navîn û cîhanê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û hewldanên wê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê tev li xwe bike, şermezar dikin û got: "Tirkiyê nabe kevoka aştiyê, lê alava wêrankirin, koçberkirin û qirkirinê ye. Pêkenokeke ku hin dewletên Ewropayê îdia dikin ku Erdogan meşeleya azadiyê hilgirtiye."

Nivîskar û rojnamevan Hamo Moskoviyan anî ziman divê tevahî hêzên demokratîk li hemberî Erdogan û dewleta Tirk bisekinin û sûcên wê bi dawî bikin û got: "Di nava gelê Kud de xayîn hene ku bi dewleta Tirk re dibin hevkar da ku planên wê pêk bînin. Divê sînorek ji van xayînan re were dayîn."

ANHA