Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir

Xiristiyanên Dêrikê yê Qamişlo  li dêrên Mar Dodo û Mar Shmonî bi rêûresman û ayinên taybet cejna Paskalayê pîroz kir.

Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
Xirstiyanên Dêrikê cejna Paskalayê pîroz kir
22 nîsan, 2022   19:10
QAMIŞLO

Li dêrên Mar Dodo û Mar Shmonî yên Dêrikê xiristiyan li ber dengê zengilan û ayinan cejna Paskalyayê pîroz kir.

Piştî keşê dêra Mar Shmonî Bişara Şamon ayînan xwendin, merasîma pîrozkirinê dest pê kir. Koma Keşaf Sûriye Foca Keşfî ya 4’an gelek mûzîk pêşkêş kirin.

Her wiha beşdaran tabût hilgirtin û li pêş qada dêra Mar Shmonî geriyan.

Di nava merasîma cejna Paskalayê de hêk tên boyaxkirin û li zarokan tên belavkirin, ew jî nîşaneya vejîna nû li gel Suryan, Asur û Kildan e, her wiha dêr û mal jî tên xemilandin.

(fr)

ANHA