HPG: Li Qada Şehîd Şahîn 21 dagirker hatin cezakirin

​​​​​​​Gerîlayan artêşa Tirk a dagirker ku 3 roj in hewl dide li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dagirkeran deyne, kir armanc; îro 21 dagirker ceza kir. Li Qada berxwedanê şerên dijwar didomin.

HPG: Li Qada Şehîd Şahîn 21 dagirker hatin cezakirin
22 nîsan, 2022   18:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên bibandor ên gerîlayan ên îro li dijî artêşa Tirk a dagirker de ku ji 17’ê Nîsanê û vir ve hewl dide li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a Zapê dagirkeran deyne, bi giştî 21 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kir:

 “Artêşa Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsanê û vir ve hewl dide leşkerên xwe li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a Zapê bi cih bike. Lê hêzên me yên gerîla bi awayekî bibandor mudaxeleyî helîkopterên dagirkeran kirin û nehiştin leşkeran deynin. Hewldana dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a ji bo danîna leşkeran 3 roj in didome. Dagirkeran 22’yê Nîsanê saet 09:00’an piştî ku bi balafirên şer bi dijwarî Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bomberdûman kirin, hewl dan ji bejahî ve bikevin vê qadê.

Hêzên me bi awayekî bibandor li dagirkerên ku ji bejahiyê ve xwestin bi pêş ve biçin, xistin. Hêzên me bi şêwazê şerê gerîla yê bitevger û gelek taktîkên di nav hev de yê afrîner çalakiyên li pey hev pêk anîne. Di van çalakiyan de 18 dagirker hatin cezakirin. Dema ku dagirkeran dixwestin cenazeyên xwe rakin jî bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin û li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Di encama çalakiyên 22’yê Nîsanê yên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn de, bi giştî 21 dagirker hatin cezakirin. Şer û pevçûnên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn hê jî bi dijwarî didomin.”