Cîgira seroka giştî yê FIDH`ê: li Tirkiyê dadgerî bi temamî bûye siyasî

Cîgira seroka giştî yê FIDH'ê parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku doza li dijî ‘Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ nimûneyek e û nîşan dide bê ka hikumeta Tirk hewl dide pergaleke çawa ava bike ku li gorî çarçoveya “tirk-mêr-sunnî" ye.

Cîgira seroka giştî yê FIDH`ê: li Tirkiyê dadgerî bi temamî bûye siyasî
23 nîsan, 2022   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN – MURADA KENDA

Li Tirkiyê desthilata faşîst a AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên li dijî jinan didomîne. Di encama van polîtîkayên hikumetê de her saetekê jinek tê qetilkirin.

Li gorî ‘Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ bîlançoya jinên ku ji ber tundiyê hatine qetilkirin, wiya ne:

* Sala 2015’an 293

* Sala 2016’an 290

* Sala 2017’an 351

* Sala 2018’an 406

* Sala 2019’an 422

* Sala 2020’an 413

* Sala 2021’an 419

* Sala 2022’yan 113

Hikumeta Tirk bi qanûnan kujeran diparêze û hem jî êrişî têkoşîna jinan dike. Hikumetê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand û herî dawî jî li dijî Komeleya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin bi îdiaya "çalakiyên bêhiqûqî û bêexlaqî pêk anîne" li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê doz vekir. Di dozê de îdiayên wekî "di bin navê parastina mafên jinan de malbat kiriye hedef û zirarê daye malbatê" cih girt.

Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di sala 2010'an de li Tirkiyê piştî kuştina Munevver Karabulut hat avakirin û ji sala 2012'an ve wek komele dixebite.

LI 6 WELATÊN DIN JÎ DÊ MECLISÊN JINAN AVA BIKIN

Meclisên Jinan ên Dibistanên Amadehiyê, Meclisên Jinan ên Zanîngehan û Meclisên Jinan ên Karkeran birêxistinbûna xwe xurt dikin. Her wiha Meclisên Jinan ne tenê li Tirkiyeyê, li welatên din jî xwe bi rêxistin dikin.

Li Tirkiyê li 78 bajaran meclisên parêzgehan hatine avakirin, her wiha xebatên ên navçeyan jî dewam dikin. Mecisa Jinan a Qibrisê û Meclisa Jinan a Almanyayê jî nimûneyên wê ne. Her wiha xebat hene ku li 6 welatên din jî meclis bên avakirin.

‘EV DOZ NE DESTPÊK E NE JÎ DAWÎ YE’

Der barê doza girtina Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin cîgira seroka giştî ya FIDH’ê (Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî) parêzer Reyhan Yalçing ji ANHA'yê re axivî.

Reyhan Yalçing bi bîr xist ku gelek doz li dijî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin li Tirkiyê hene ku dadgerî bi temamî bûye siyasî û hewl didin Kurd, jinên ku li ber xwe didin û ciwanên ku îtiraz dikin, neyên dîtin.

Reyhan Yalçindag got ev doz dê ne ya dawîn be, anî ziman ku dozên bi heman rengî di dorê de ne û wiha axivî: "Jixwe ev doz jî mînakek e ku yên ne 'Tirk-mêr-sûnnî' bin, wê di nava civaka nû de cihek jê re tune be."

‘PIŞGIRIYA TÊKOŞÎNÊ YA JINAN DÎROKÎ YE’

Reyhan Yalçing diyar kir ku bêcezahiştin bûye polîtîkayeke sîstematîk a li hember binpêkirinên mafan ên giran, cînayetên veşartî, windahiyên di dema destgîrkirinê de û îşkenceyê ku di 50 salên dawîn de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê kirin û di serî de jî li hember dozên kuştina jinan.

Reyhan Yalçing bal kişand ser hevgirtina jinan a li dijî zextan jî û got: “Hevgirtina jinên ku li dijî her cure tundiya li ser jinan dengê xwe bilind dikin, gelekî girîng e û dîrokî ye.”

‘TEHEMULÎ HEVGIRTINÊ NAKIN’

Reyhan Yalçing bal kişand ser bêtehemuliya li hemberî vê hevgirtinê û diyar kir ku hikumeta Tirk gelek caran doz li nûnerên tevgera jinan vekirine, wan digire û jin ji ber ku tev li çalakiyan bûne, hatine cezakirin û di girtîgehan de her çend nexweşiyên wan ên giran hebin jî, wan li ber mirinê dihêlin.

Reyhan Yalçindag Komeleya Jinan a Rozayê ya Amedê wek mînak nîşan da wiha got: "Li gel ku xebatên komeleyê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û pêşîgirtina kuştina jinan e jî, rastî serdegirtina polîsan a domdar tê û rêveberên wê tên girtin. Dozên bi vî rengî ne tenê ji ber ku jin di nava civakê de têne dîtin, nerehetiyê nîşan dide. Di heman demê de ji ber binpêkirina 'pîroziya malbatê’ û ji ber ku li dijî her cure tundiyê tê dikoşe, hewl didin ceza bidinê."

Reyhan Yalçing diyar kir ku konsepta heyî ya desthilatê qedexe dike ku jin derkevin derveyî rolên ji aliyê dewletê ve li wan hatine ferzkirin û got desthilat wek 'xetere' dibîne ku bê xwestin ku kujerên jinan bê ceza nemînin.

'JIN DÊ GOTINA XWE BÊJIN'

Parêzer Reyhan Yalçing diyar kir ku tevî hemû zextan jî dê jin li ber xwe bidin û xwedî li têkoşîna xwe derkevin û wiha lê zêde kir: "Jinên ku jiyana wan hatiye dizîn, wek 'hejmar'an tên nîşandan, lê her yek jiyanek e, cîhanek e. Jinên ku ji nava me tên girtin, ji van hejmaran gelekî zêdetir in. Bi qasî ku ji destpêka vê salê ve hatiye tespîtkirin, bi destê failên 'dewlet diparêze' 113 can hatine dizîn. Ji ber vê yekê, tevî ku hikumetê komeleyên ji bo jinan tê dikoşin girtine jî, jin dê dengê xwe gur bikin, dengê xwe bilind bikin û nîşan bidin ku ya 'pîroz' jiyan û jiyandin e, ne mirin e."

ANHA