Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne

Rêveberiyai Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku êrişên domdar ên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne. Her wiha bang li hêzên "Garantor" kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyê dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne
22 nîsan, 2022   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkidarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Li gel şert û mercên li cîhanê û bi taybet şerê li Ukraynayê û bandorên wê li ser welatên cîhanê û herêmên me, dewleta Tirk hewl dide siyasetên xwe yên li dijî gelên herêmê pêk bîne. Bi wê yekê hewl dide planên nû pêş bixe, bi awayekî yekser û ne yekser bi rejîmê re û bi aliyên din ên herêmî re hevdîtinan pêk tîne.

Dewleta Tirk bi hovîtî di vê qonaxa nazik û girîng de siyaseta qirkirinê li dijî herêmên me dewam dike. Her wiha hewl dide ku geşedanên ne li gorî siyaset û timayên wê yên mêtîngeriyê, kontrol bike û bi rêya balafirên xwe yên bi çek destdirêjiyê li dijî herêmên me dewam dike. Herî dawî jî li Kobanê erebeyek hedef girt û di encamê de hevseroka Nivîsgeha Parastinê û hevrêyên wê yên li herêma Firatê şehîd bûn. Piştî wê bi du rojan jî navenda bajarê Kobanê topbaran kir.

Ev siyaset niyeta dewleta Tirk a têkbirina aramî û îstiqrarê û rewşa wê ya aloz nîşan dide. Erdogan wekî her carê dixwaze bala raya giştî ya Tirkiyê bide ser xeteriyên ferazî yên li derve. Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengalê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî parçeyekî wê siyasetê ne.

Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em vê siyasetê û van êrişên sistematik şermezar dikin. Di heman demê de em bi bîr dixin ku ev siyaseta dewleta Tirk dê bandorê li tevahî Sûriyê û herêmê bike. Em teqez dikin ku divê hêzên garantiya lihevkirinên bi dewleta Tirk re yên têkildarî Sûriyê dikin, bikevin tevgerê û rê li van êrişan bigirin. Ji ber ku ev rewş dê bi xwe re atmosferekî ji bo vegera DAIŞ`ê bîne û dê rola çeteyên piştgiriyê ji dewleta Tirk digirin, xurt bike da ku siyasetên Tirkiyê yên dagirkeriyê li Sûriyê pêk bînin û Sûriyê parçe bikin."

ANHA