Şêniyên Kobanê: Em dev ji axa xwe bernadin, em ê li ber xwe bidin

Şêniyên Kobanê da zanîn ku tevî êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ew bi axa xwe ve girêdayî ye û got, "Bombebarana dewleta Tirk me natirsîne."

Şêniyên Kobanê: Em dev ji axa xwe bernadin, em ê li ber xwe bidin
22 nîsan, 2022   13:19
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê Kobanê bombebaran kir û di encamê de welatiyên bi navên Ferhad Mihemed Hisên û Fîras Mihemed birîndar bûn.

Bombabarana dewleta Tirk a li ser Kobanê bertekên gel zêde kirin, welatiya bi navê Şemse Mihemed Tahir got: "Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibehê ve kobanê bombebaran dike û komkujiyan li dijî me pêk tîne. Em dev ji axa xwe bernadin û ji bombebarana wan natirsin û heta kêliya dawî em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin, em bang li gel dikin ku dev ji axa xwe bernedin."

Welatiyê bi navê Mihemed Xelî Hemî ji Kobanê got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan me ji axa me bide koçberkirin û dagir bike û bang li welatên peywendîdar mîna Rûsya û DYA’yê kir ku van êrişan sînordar bikin."

 (dx)

ANHA