PYD: Dagirker nikare vîna gelê me yê berxwedêr bişkîne

PYD’ê êrişên topyekûn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û teqez kir ku dê berxwedan gel wan êrişan têk bibe.

PYD: Dagirker nikare vîna gelê me yê berxwedêr bişkîne
22 nîsan, 2022   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD’yê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di şerê topyekûn de ku dewleta Tirk a faşîst li dijî gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne bi hevkariya AKP-MHP ye ku ewlehî û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin. Ji ber herêmek di aştî û ewlehiyê de be ne li gorî zihniyeta dewelta Tirk a dagirker e ku li dijî gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê Kurd pêk tîne. Ji ber ew zihniyeta nijadperestî li ser qirkirina gelan û projeyên demokratîk hatiye avakirin.

Vê sibehê dewleta Tirk a faşîst û alava wê ya lekerî navenda Kobanê û gelek gundên girêdayî herêma Firatê topbaran kirin. Di encamê de birîndar çêbûn û avahiyekê zirar dît. Hemwextî wan topbaranan dagirkeriyê gundên Şewarxa, Elqemiyê, Merenaz, Til Ecer û Miştel ên navçeya Şera û derdora Til Rifet, Eyn Deqnê, Bêloniyê, Şêx Îsa, Samoqe û bendava Şehbayê yên kantona Şehba topbaran kirin.

Ev hemû êriş, topbaran û bombebarankirin li pêş çavên hêzên garantor ku peymana agirbestê bi dewleta Tirk a dagirker îmze kirine, pêk tên. Lê dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên şer pêk tîne, bi balafirên bêmirov, top û mûşekan welatiyan hedef digire.

Em Meclisa Giştî ya PYD bêdengiya civata navneteweyî di serî de hêzên aktîf di dosyaya Sûriyê de şermezar dikin. Ji ber ev êriş li pêş çavanên wan pêk tên. Em bang li gel û hêzên demokratîk dikin ku li pêş şerê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û xayînan ragiandiya bisekinin. Em dubare dibêjin ku faşîsta Tirk nikare vîna me bişikîne, çer ku rihê berxwedana şoreşgerî li cem gelê me ye."

(fr)

ANHA