Siyasetmedarên Iraqê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Bertekên aliyên Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Serokwezîrê Iraqê yê berê Iyad Elawî got li hemberî êrişan bê deng nemînin. Wezîrê karê derve Fûad Hisên jî banga rêzgirtina li hember welatên cîran kir.

Siyasetmedarên Iraqê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
22 nîsan, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 17`ê Nîsanê ve bi hevkariya PDK`ê êrişî herêmên gerîla yên Başûrê Kurdistanê dike.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Iyad Elawî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê şermezar kir û bi “xetereyê” bin nav kir. Elawî diyar kir ku divê li hember êrişan bê deng nemînin.

Elawî banga diyalogên dualî bi beşdariya nûnerên hikumeta Başûr kir, da ku vê dosyayê avê çareser bikin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Hisên jî bang li welatên cîran kir ku ji kiryarên leşkerî dûr bikevin, ku bandorên li têkiliyên welatan dikin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li ser Başûrê Kudistanê, hîna jî bê deng e.

(eh)