Hêzên hikumeta Şamê derdora baregehên Tirkan li Idlibê hedef girt

Hêzên hikumeta Şamê îro bi moşekan êrişî herêmên gundewarê rojhilatê Idlibê kir ku baregehên çavdêriyê yên artêşa Tirk a dagiker lê hene.

Hêzên hikumeta Şamê derdora baregehên Tirkan li Idlibê hedef girt
22 nîsan, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şeva din hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî herêmên li gundê Afis û derdora Sermîn ê gundewarê rojhilatê Idlibê kir. Li wan deveran baregehên çavdêriyê yên artêşa Tirk a dagirker hene. Agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

(eh)