Leşkerên Tirk êrişî cihên hêzên hikumeta Şamê kirin

Li gundê Qeremox yê li rojhilatê bajarê Kobanê di navbera hêzên hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker de şerekî demkurt rû da.

Leşkerên Tirk êrişî cihên hêzên hikumeta Şamê kirin
22 nîsan, 2022   08:18
KOBANÊ

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gule li baregeheke hêzên hikumeta Şamê li gundê Qeremox (15 km rojhilatê Kobanê) reaşndin, li ser wê yekê di navbera her du aliyan de şerekî demkurt bi çekên sivik rû da.

Nûçegihanê me her wiha bi bîr xist ku hin fîşek li malên şêniyên gund ketine, lê agahiyên derbarê birîndaran de nehatin bidestxistin.

(cx)

ANHA