​​​​​​​' PDK'ê hevkariyê bi hemû dijminên gelê Kurd re dike '

Nivîskarê Kurd Medenî Ferho diyar kir ku xiyaneta PDK'ê ne tenê bi hevkariya wê ya dewleta Tirk a dagirker re ye, lê belê bi hemû dijminên Kurdan re ye. Her wiha got, wê PDK'ê berdêla xiyaneta xwe bide.

​​​​​​​' PDK'ê hevkariyê bi hemû dijminên gelê Kurd re dike '
22 nîsan, 2022   04:07
NAVNEDA NÛÇEYAN- MEDYA HENAN

Piştî hevdîtina serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê, serokê dewleta Tirk a faşîst Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fîdan a di 15'ê Nîsanê de, artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişên qirkirin û dagirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê ragihand.

Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê bi çekên giran hêzên xwe li Şikefta Birîndaran, Kurêjahro û Çiyayê Reş bi cih dike.

Nivîskar Medenî Ferho têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re, ji ajansa me re axivî. Ferho bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî siyasetên PDK'ê serî hil dike.

Medenî Ferho di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qonaxa hestiyar a gelê Kurd tê re derbas dibe û got: "Kurd di qonaxeke dîrokî re derbas dibin, bi taybet bi destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker re. Ji ber vê yekê divê dezgehên çapemeniyê yên kurdî, siyasetmedarên Kurd û gel rola xwe bi awayekî aktîv bi cih bîne."

Medenî Ferho her wiha bal kişand ser xiyaneta PDK'ê ya ji destpêka damezrandina xwe ve û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re û got: " Zêdeyî 60 sal in PDK'ê hevkariya xwe bi dewleta Tirk re didomîne. Ev partî ne tenê bi dewleta Tirk re, heman demê bi hemû dijminên Kurdan, Îran, hikumeta Şamê, hikumeta Iraqê re hevkariyê dike. Van aliyan PDK'ê li dijî Kurdan û doza Kurd bikar anîn."

' MALBATA BARZANÎ ÎDIAYA KURDIYETÊ DIKE Û EW DÎKTETOR E '             

Ferho her wiha da zanîn ku berpirsên PDK'ê bi navê kurdiyetê hewl didin desthilatdarî û serweriya xwe li seranserî Kurdistanê ferz bikin û wiha domand: "Eger em vegerin dîroka damezrandina vê malbatê û partiyê, em dibînin ku ji destpêka damezrandina xwe ve ji bo bidestxistina desthilatê gelek serokên li Bakur û Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tasfiye kirine. Li rojhilatê Kurdistanê PDK'ê gelek kesayetiyên hizbî yên di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Îranê tasfiye kir û hejmarek ji wan radestî rejîma Îranê kir. PDK'ê xwedî dîrokeke qirêj a îxanetê ye bi taybet piştî şehadeta Seîd Alcî û Dr. Şivan. Divê êrişên ku PDK'ê dane destpêkirin bi dîroka wê ya îxanetê ve bên girêdan."

PDK'ê di dîrokê de her tim îxanet li çar parçeyên Kurdistanê kiriye û şerê hemû hêzên şoreşger ên Kurd kiriye. Di sala 1971'ê de bi fermana Mela Mistefa Barzanî çekdarên PDK'ê sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê- Tirkiye Seîd Alcî û hevalên wî Mihemed Begê û Dr. Şivan, Hako û Brûsk Bîrsk kuştin.

' DIVÊ GELÊ ME LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SERÎ HILDE '

Ferho di nava axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK'ê serî hilde û wiha pê de çû: "Divê em dîrokê baş bixwînin. Em bang li gelên xwe yê li Başûrê Kurdistanê dikin ku çawa di salên 1991- 1992'an de serî hildan û bi vê yekê rejîma Sadam a faşîst têk bir, dîsa li hember siyasetên PDK'ê serî hildin. Hemû cîhan dizane ku tenê PKK'ê gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê diparêze. Di dîroka partiyên Kurd de me nedît ku tu partî li çar parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina destkeftiyên gelê Kurd têkoşiya."

' GELÊ KURD JI PDK HÊRS BÛNE '             

Nivîskarê Kurd Medenî Ferho bal kişand ser nerazîbûna gelê Kurd, bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê ji kiryarên PDK'ê û got: "Piştî ragihadina federalîzma Başûrê Kurdistanê, Amerîka her du partiyên PDK'ê û YNK'ê bikar anîn da ku planên li dijî Kurdan pêkbîne û nirxên gelê Kurd neparastin. Ji ber vê yekê û ji ber ku destkeftiyên gel ên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin neparastin, gelê Başûrê Kurdistanê ji PDK'ê hêrs bûne."

' GEL NIKARE HÊVIYÊM XWE BI REJÎMA HEYÎ YA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE GIRÊDE'     

Ferho bi van gotinan siyasetên PDK'ê rexne kir: "Ev zêdetirî 37 sal in federaliya Başûrê Kurdistanê berdewam e û bi fermî ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve hatiye naskirin, lê heya niha gel nikarin hêviyên xwe bi rejîma heyî ya Başûrê Kurdistanê ve girê bide. Ji ber vê rejîmê xistiye nava rewşeke tevlihev û destê welatên ewropî di vê tevliheviyê de heye."  

' PDK'Ê PARTIYEK DESTHILATDAR Û DÎKTETOR E ' 

Ferho her wiha got, PDK'ê partiyeke desthilatdar e û li ser dîktatoriyê mezin bûye, ji ber vê yekê desthilatdariya heyî ya li Başûrê Kurdistanê ne rewa ye û dixwaze bi şer rewatiya xwe bi dest bixe. Her wiha ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest teslîm nebin û li hemberî dewleta Tirk û dîktatorê PDK'ê serî hilde.

'EV NE CARA YEKEMÎN E KU PEK BI DEWLETA TIRK RE LI HEV DIKE '                      

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, Ferho destnîşan kir ku operasyona leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin ne operasyona yekemîn e, ji sala 1990'î ve PDK'ê hevkariya dewleta Tirk  di operasyonên leşkerî li dijî kurdan de dike.

Ferho diyar kir ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Kurdistan bû çar parçe, niha jî siyaseta parçekirina Kurdistanê berdewam dike û bûyerên ku li Şengalê diqewimin, dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê û êrişên li ser Mexmûrê û baragehên leşkerî ên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê mînaka vê yekê ye. Ferho anî ziman ku dewletên serdest hewl dan Rojhilata Navîn wêran bikin û destkeftiyên wê têk bibin, yekane gelê ku li hemberî van welatan li ber xwe daye gelê Kurd e.

Ferho anî ziman ku  PDK'ê û berpirsên Başûrê Kurdistanê ji federaliyê sûd wernegirtin û ev tişt got:" Ma gelo têkiliya Hewlêr bi Enqereyê re çi ye, çima PDK'ê bi Bexdayê re ku beşeke ji hikumeta Iraqê ye, danûstandinê nake. Eger berpirsên Başûrê Kurdisatanê siyaseta cîhanê fêm bikirana, wê fermanên Erdogan ên li dijî partiyeke Kurdî pêk ne anîna. Ev êriş li dijî tevahî gelên Başûrê Kuyrdistanê ye."

' DEWLETA TIRK KURDAN NAS NAKE, DIVÊ PDK'Ê VÊ YEKÊ BAŞ BIZANE '                               

Medenî Ferho bal kişand ser serdana serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo serokkomarê Tirkiyê Erdogan û got: "Dema Barzanî bi dijminê Kurdan re hevdîtinê dike, wê demê tu kes rêzê jê re nagire. Divê PDK'ê bizane ku dewleta Tirk hebûna Kurdan nas nake û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo bicihanîna plana Mîsaqa Millî ye û di çarçoveya projeya Sêva Sor de ku bi dirûşma ka em wêran bikin, şer bikin û gel têk bibin û destkeftiyên herêmê bi dest bixin. Ev yek niha li Başûrê Kurdistanê tê meşandin."

Ferho her wiha da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide ji şerê Ukrayna û Rûsyayê sûd wergire û êrişên xwe li ser Kurdan pêk bîne û got, divê PDK'ê bizane ku eger PKK'ê were tasfiyekirin, ew ê  nikaribe li ber xwe bide an jî li serweriya xwe li herêmê hebe û divê zanibe dewleta Tirk ne dostê wê ye.

' PDK'Ê DÊ JI BER SIYASETÊN XWE YÊN ÇEWT BÊ PIRSÎN '               

Ferho destnîşan kir ku gelê Başûrê Kurdistanê dê hesab ji PDK'ê bixwazin û PDK'ê dê berdêla îxaneta li Kurdan bide û wiha domand "Divê îxaneta li Kurdan bê şermezarkirin û ev yek dikeve ser milê gelê Kurd, dezgehên çapemeniyê, nivîskar û siyasetmedarên Kurd."

Nivîskarê Kurd Medenî Ferho di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Ereb kir "Li dijî dewleta Tirk a dagirker serî hildin. Di dîrokê de dewleta Tirk gelê Ereb tune kiriye û welatên Ereb parçe kiriye, ev yek bû sedema çewisandina Ereban û welatên Ereb di destên welatên kapîtalîst de veguheriye amûrekê, ji bo vê jî divê gelê Ereb bêdeng nemînin û li hemberî dewleta Tirk serî hildin."

(dx)

ANHA