Çima tecrîda Îmraliyê girantir dibe?- HEMÎD FIRAT

Çima tecrîda Îmraliyê girantir dibe?- HEMÎD FIRAT
22 nîsan, 2022   00:24

Îmralî ji navê Emîr Alî fermandarê Osmaniyan tê ku girav ji destê Bîzansiyan derxistiye. Ev girav heta sala 1913’an, gelê Rûm tê de bû. Piştî Peymana Lozanê sala 1923’yan ev girav hatiye valakirin, xelkê giravê derbasî welatê Yewnan bû.Li vê giravê di sala 1935’an de yekemîn girtîgeha vekirî ya li Tirkiyê hatiye avakirin. Girtiyên giravê ji derveyî zindanê, karê zîraetê dikir. Di salên 1960-61’an de serokê Partiya Demokrat û hevalên wî tê de girtî bûn û hatin îdamkirin.

Di sala 1999’an de ev girav tenê ji bo têber Apo hatiye valakirin, kes tê de nehiştin û wek zindaneke taybet tê dîtin. Li zindana Îmraliyê tecrîd wek parçeyekî îşkenceyê, bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Ev sîstem ji aliyê hêzên hegemon ên kapîtalîzmê ve tê koordînekirin. Rola Tirkiyê di vê sîstemê de gardiyantî ye. Eger ev zindan ji aliyê saziyên navneteweyî û hiqûqî vê bê  lêkolînkirin, hebûna zindanekî wisa divê sedsalê de tawaneke navnetewî ye û li gorî çi rêziknameyê navneteweyî nîn e.

Erdnîgariya Îmraliyê liser xeta erdhejê ye û metirsiya erdhejê her tim heye. Heke heyetên navneteweyî rola xwe bilîzin, ne guncaw e ku cihek xeta erdhejê be û girtîgeh li ser bê çêkirin.

Rewşa wê derê ji her cure çûn û hatin, ragihandin û peywendiyeke telefonê re girtî ye. Ji derve dewlet û heyetên îstixbaratê ên derve û hundir, mafê çi kesekê nîn e biçe giravê û hevditinê bi girtiyan re bike.

Îmralî ne zindaneke ji rêzê ye. Zindana Guantanamo ya li Amerîkayê jî derbas dike. Sîstema tecrîda mutleq, rizandina mirov û şerê taybet e. Li ser rûxandina îrade, bawerî, sebir û hizrandinê hatiye avakirin. Jixwe xwezaya şêdar a giravê bandorê li nefes, cîger û bedena mirovan dike û nefes girtin tê de zehmet e. Şert û zirufa wê derê ji bo jiyaneke asayî ne guncaw e û pir zehmet e. Temenê Rêbertî 73 sal e û gelek nexweşiyên giran pê re hene. Li wê derê jiyîn ji bo mirovên xwedî tenduristiyeke baş jî zehmet e û nikare demdirêj lê bijî.

Ruxmî hinde zor û zehmetiyên giravê, dewleta Tirk sîstema îşkenceyê girantir dike û di vê rewşa zehmet de, çi tiştekî li berjewendiya rêber Apo nedaye pêş. Dijmin di polîtîkayên xwe de israr dike û heta niha jî di vê baweriyê de ye ku encamê bigire û ji bo vê gelek ceribandin kirine.

Rêbertî bi sebr, îrade û zanabûneke mezin tev digere û berxwedanê wek hunerekê bi pêş dixe, hemû derfet û polîtîkayên dijmin bi vê hunerê pûç dike. Di zindana dijmin û derfetên wî de, Rêbertî hizirandina herî mezin û îradeya civakê ava kir û ew sebir nîşan da ku hêviyên serkeftinê ji bo mirovahiyê û civakê bide avakirin.

Rêbertî bi tene bi hêza xwe, ruxmî ku tiştekî ji bo xwe bixwaze, têkoşîneke bêhempa da meşandin, lê wek dayîka Rêbertî gotibû; “Tu yê her tim bi tenê bimînî”, bi rastî jî Rêbertî bi tenê şertên sîstema îmralî têk birin. Ji ber vê tecrîd hat girankirin û her ku diçe kûrtir dibe. Ev sîstem bê encam ma. Tiştê a niha dimeşe, îşkence ye.

Ji bo vê ev rewş rojevkirin û li ser vê esasê kar kirin, xizmeteke mezin e ji bo mirovahî û azadiyê. Ev jî erka her kesekî ye ku vê zilmê bibîne û têkoşînê li hemberî wê bikê. Ev rewş neheqî ye û bêhiqûqî ye.