​​​​​​​Li kampa Holê jineke sûrî hate qetilkirin

Li kampa Holê  û beşa taybet bi sûriyan hêzên ewlehiyê cenazeya jineke sûrî hatine dîtin.

​​​​​​​Li kampa Holê jineke sûrî hate qetilkirin
21 nîsan, 2022   16:23
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyeke ewlehî li kampa Holê, cenazeyek li beşa 4’an a jina sûrî bi navê Ala Hemamî ya ji Helebê û di 1991’an de ji dayik bûye hate dîtin. Ew jin bi 3 guleyên qilêş di serî de hate qetilkirin.

Heman çavkanî da zanîn ku li pey vê sûcê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li hundirê kampê tev digerin ku piraniya wan jî jin in. Bi wê yekê hewl didin jinên DAIŞ’î dev ji fikra DAIŞ’ê bernedin.

Li gorî tomarkirina hêzên ewlehiyê yên li kampê, ji destpêka 2022’yan ve li kampa Holê zêdetirî 10 kes hatine qetilkirin, ji wan jin û mêr ên sûrî, iraqî û biyanî hene.

Sêşema borî du jinên nenas li beşa 4’an li kêleka mizgefta beşê kuştî hatin dîtin, di heman rojê de cenazeya jineke iraqî bi navê Sûriye El-Uwêd li beşa yekê kuştî hate dîtin.

Tevî kedên hêzên ewlehiyê yên dîsplînê, digel tunebûna tevgera navneteweyî, par li kampa Holê 126 sûcên qetilkirin û 41 hewldanên qetilkirinê çêbûn, her wiha 13 kon hatin şewitanin.

Kampa Holê ji xetertirîn kampên li cîhanê ye, ku tê de hejmare mezin ji ferdên malbatên DAIŞ’ê, biyanî û koçber jî hene.

Li gorî serjimariya dawî, li kampa Holê 57 hezar û 460 kes ji jin û zarokan hene û li nava 15 hezar û 603 malbatan belav bûne, ji Iraq, Sûriye hene. Jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî 8 hezar û 555 kes li nava 2 hezar û 529 malbatan belav in û ji 54 welatan e.

ANHA