Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê reşnivîsa peymanê bi destekeyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê re nîqaş kir.

Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
Peymana Civakî bi desteyên rêveberiya Efrînê re hate nîqaşkirin
21 nîsan, 2022   15:04
ŞEHBA

Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînên xwe yên bi armanca nîqaşkirina peymanê bi gel re didomîne.

Di vê çarçoveyê de komîteyê bi endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê re civiya. Civîn li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê hate lidarxistin.

Bi dehan endamên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrîn, endamên Komîteya Sazkirina Peymana Civakî Selwa Ecac, Mistefa Nebo û Zelal Ceger di civînê de amade bûn.

Selwa Ecac reşnivîsa peymanê xwend û ji beşdaran re şîrove kir.

Piştre nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin komkirin.

Di navbera 22-27'an de wê 5 civînên bi vî rengî li navçeyên herêma Efrînê werin lidarxistin.

ANHA