Koçberên Şehbayê yên li Minbicê nerazîbûn nîşanî ambargoyê da

Komîteya Koçberên Şehba yên li Minbicê  ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehba taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye şermezar kirin û gotin, hikumeta Şamê li van herêman sûcên şer pêk tîne.

Koçberên Şehbayê yên li Minbicê nerazîbûn nîşanî ambargoyê da
21 nîsan, 2022   15:22
MINBIC

Endamên Komîteya Koçberên kantona Şehbayê û Kombûna Jinan a Zenbûyayê li ber navenda Komîteya Koçberên Şehba ya li bajarê Minbicê kom bûn û têkildarî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehba taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Komîteya Koçberên Şehbayê Cîhan Elo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate goitn, ji destpêka aloziya Sûriyê ve hikumeta Şamê zextê li gelê xwe dike û ambargo û siyasetên birçîkirinê ferz dike da AKP û Erdogan razî bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Bi destpêka meha Remezanê re rejîma Şamê bi zanebûn ambargoyeke giran li ser gelê me li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê fez kiriye. Rê nade ku madeyên xwain, derman û sotemenî derbas bibe. Ji ber kêmbûna madeyan firne ji xizmetê derketine."

Di daxuyaniyê de kiryarêrn hikumeta Şamê bi sûcên şer û hewldanên qetilkirina gelê sivîl hatin pênasekirin. Her wiha bang li komeleyên mafên mirovan, nûnerên karûberên koçberan, ragihandina azad û civaka sivîl hate kirin ku biçin wan herêman, azarên gel ên ji ber ambargoyê ragihînin, her wiha zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dawî li ambargoyê bîne.

ANHA