​​​​​​​Li Bexdayê dagirkeriya Tirk hat şermezakirin

Li Bexdayê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, çalakiyek nerazîbûnê hat lidarxistin.

​​​​​​​Li Bexdayê dagirkeriya Tirk hat şermezakirin
21 nîsan, 2022   14:56
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Di saetên nîvro de li ber navenda vîzeyên Tirkiye ji aliyê nûnerên komîteya navendî ya rêxistinên xwepêşandanên Iraqê ve çalakiyek nerazîbûnê li dijî êrişên dewleta Tirk hat nîşandan.

Di çalakiyê de hat xwestin dewleta Tirk dawî li dagirkeriya xwe bîne û hat gotin, gelên Iraqê binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser serweriya Iraqê qebûl nakin.