Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo gerîlaya HPG'ê Hemîde Mihemed (Stêrk Efrîn) merasîmek li dar xist.

Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
Stêrk Efrîn li Şehbayê hate bibîranîn
21 nîsan, 2022   14:50
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê ji bo gerîlaya HPG'ê Hemîde Mihemed (Stêrk Efrîn) a ku 17'ê Nîsana 2017'an li herêma Kato şehîd bûbû, merasîmek li dar xist.

Merasîm bi amadebûna bi sedan şêniyên Efrînê li ber komîngeha 4'an gundê Babins ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Sureya Hebeş sersaxî ji malbata şehîd Stêrk re xwest û got: "Li eniyên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê bi hezaran mîna Stêrk, Barîn û Arîn hene ku li hemberî êrişên qirkirinê li ber xwe didin."

Sureya Hebeş piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan dan û got, ew amade ne çek rakin û li hemberî dagirker û çeteyên PDK'ê şer bikin.

Her wiha di dawiya axaftina xwe de soza domandina têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagiakirî da.

Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star a Herêma Efrînê Gulê Mihemed jî got: "Xiyaneta malbata Barzanî ne nû ye, alîkariyê dide dagirkeran da ku kurdan tune bikin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Strêk Efrîn hate xwendin û radestê malbata wê hate kirin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA