​​​​​​​HPC: Em ê li ser felsefeya rêber Ocalan herêmên xwe ji êrişên dewleta Tirk biparêzin

HPC a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êriş û siyasetên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî Rojava û Başûr şermezar kir û got: “Em soz didin li ser xeta felsefeya Rêber Ocalan herêmên xwe ji êrişanên dewleta Tirk a faşist biparêzin

​​​​​​​HPC: Em ê li ser felsefeya rêber Ocalan herêmên xwe ji êrişên dewleta Tirk biparêzin
21 nîsan, 2022   14:36
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakî li Herêma Cizîrê derbarê êrişên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî Başûr û siyasetên wan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek dan, daxuyanî li navenda HPC`ê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê endama HPC`ê Xewla Mûsa ve hat dayîn.

Xewla Mûsa diyar kir ku ew wek Hêzên Parastina Civakê êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê û êrişên hevpar ên bi PDK`ê re li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar dikin: “Li aliyekî din jî ji bo tirsandin û birçîkirina gel dîwarê şermê di navbera Şengal û Rojava de tê lêkirin.”

Xewla Mûsa destnîşanî êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagiker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Dewleta Tirk di êrişên xwe de hemû pêkhateyên ku di bin siya Rêveberiya Xweser de ne hedefdigire.”

Xewla Mûsa bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî ya li hember êrişên li ser herêmê şermezar kir.

Xewla Mûsa daxuyanî wiha bidawî kir: “Em soz didin ku em ê li ser xeta felsefeya Rêber Ocalan herêmên xwe ji êrişanên dewleta Tirk a faşist biparêzin.”

(sb)

ANHA