​​​​​​​Şêniyên Kobanê di roja duyemîn de tev li çalakiya konê berxwedanê bûn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe da konê berxwedanê ku duh hate vedan û hevkariya PDK'ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re, şermezar kir.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê di roja duyemîn de tev li çalakiya konê berxwedanê bûn
21 nîsan, 2022   12:01
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê îro berê xwe da konê berxwedanê, li wir şandeyên kordînasyona Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî û Meclisa Malbatên Şehîdan nobet girt.

Di çalakiyên roja duyemîn a konê berxwedanê de, hevseroka meclisa navçeya Şêran Letîfa Silêman berxwedana gerîla pîroz kir û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.        

          

Letîfa Silêman destnîşan kir ku rastiya îxaneta li dijî Kurdan eşkere bûye. Letîfa Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesên azadîxwaz kir ku piştgiriya gerîla bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çalakiya konê berxwedanê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ve hatiye birêxistinkirin û duh hate vedan. Her wiha şandeyên Yekitiya Werzîşê û tevahî tîmên werzîşê yên herêma Firatê û meclisa navçeya Kobanê û komînên wê berê xwe bidin konê berxwedanê.

(dx)

ANHA