Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin ser li Serdozgeriyê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
21 nîsan, 2022   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn.