Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî piştgiriya gerîla kir

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî bi xwepêşandanekê êrişa hevpar a dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî  piştgiriya gerîla kir
21 nîsan, 2022   11:45
EYN ÎSA

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya displîna leşkerî dest pê kir û li çerxerêya şaredariyê rawestî û veguherî mîtîngê.

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên katona Girê Spî tev li xwepêşandinê bûn.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî Wehîd El-Ebdullah axivî û êrişa hevpar a dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir.

El-Ebdullah diyar kir ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê li erdê xist.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Sebrî Nebo axivî û bang li gelên herêmê kir ku piştgiriyê bidin Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Her wiha Nebo berxwedana tevgerê ya li hember êrişan silav kir û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

(şx)

ANHA