Hikumeta Şamê bendên kontrolê yên li dora taxa Şêxmeqsûd zêde kirin

Hikumeta Şamê berovajî daxwazên gel a bidawîkirina dorpêçê û rakirina bendên Firqeya 4`an, bendên kontrolê yên li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî yên Helebê zêde kirin.

Hikumeta Şamê bendên kontrolê yên li dora taxa Şêxmeqsûd zêde kirin
21 nîsan, 2022   09:39
HELEB

Piştî ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ku li dora her du taxan hatine danîn, xwepêşandanên protestoyî li dar xistin, hikumeta Şamê hejmara endamên xwe li ser bendên kontrolê zêde kirin û dorpêça li ser taxan girantir kir.

Li gorî çavkaniyên pêbawer, endamên Firqeya 4`an, ji şaxê ewlehiya leşkerî alîkarî xwest, li ser wê daxwazê wê jî bendên kontrolê li dora taxa Şêxmeqsûd danîn.

Gelek çalakvanan destnîşan kir ku berteka hikumeta Şamê îsbat dike ku ew hîna bi hişmendiya xwe ya bikaranîna hêza leşkerî û tirsandinê ve girêdayî ye û daxwazên gel pêk nayne.

Firqeya 4`an a hikumeta Şamê ji 13`ê Adarê ve ambargoyeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz dike, nahêle madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

(şx)

ANHA