Mariupol ket bin kontrola hêzên Rûsyayê

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku wan bajarê bendergehê yê stratejîk Mariupol xist bin kontrola xwe.

Mariupol ket bin kontrola hêzên Rûsyayê
21 nîsan, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Vladimir Pûtîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Rûsya Meriupol kontor kiriye û got : "Encambûna karên rizgarkirina Mariupolê, serketineke."

Pûtîn ferman da wezîrê parastinê Sergey Şoygû ku êrişa li ser kargeha Azorstalê ku nuqteya dawî ya hêzên Ukraynayê ye 'ne guncaw e'. Li gorî Pûtîn divê herêm welê bê dorpêçkirin ku 'mêşek jî nikaribe jê derbas bibe'.

Serokdewletê Rûsyayê diyar kir ku operasyona li qadeke ku tevneke berfireh a binê erdê lê ye, wê ji aliyê windahiya mirovan ve maliyeta xwe giran be û got: "Bi dîtina min pêşniyara êrişa li ser qada pîşesaziyê ne guncaw e. Fermanê didim ku bê betalkirin. Divê em jiyana leşker û efserê xwe biparêzin."

Pûtîn her wiha ji bo yên teslîm bibin soza jiyanê û alîkariya tibî da.

Tê gotin ku li navendê zêdeyî 2 hezar leşkerên ukraynayî hene.