Li herêmên dagirkirî çete pev ketine

Tevliheviya ewlehiyê ya li herêmên dagirkirî didome. Di vê çarçoveyê de çeteyekî "polîsên leşkerî" bi destê çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" li Cerablusê hat kuştin.

Li herêmên dagirkirî çete pev ketine
21 nîsan, 2022   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevliheviya ewlehiyê û pevçûn di navbera komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li herêmên dagirkirî didomin. Li ser parvekirina mal û milkên xelkê, rojane şer di navbera komên çete de derdikeve.

Di vê çarçoveyê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh li Cerablusê çeteyekî "polîsên leşkerî" bi guleyên çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" hat kuştin.

Her wiha duh li heman bajarî, çeteyekî koma El-Emşat bi destê çeteyên "Ehrar El-Şam" hat kuştin û yek jî birîdar bû.

(şx)