' Gerîla dê bimîne, PDK'ê wê têk biçe, bimire îxanet '

Dayikên Efrînê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê nîşan da û gotin, "Gerîla wê bimîne, PDK’ê wê têk biçe û bimire îxanet."

' Gerîla dê bimîne, PDK'ê wê têk biçe, bimire îxanet '
21 nîsan, 2022   05:46
ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Dayikên kantona Şehba ji ajansa me re axivîn û piştgiriya xwe zarokên xwe yên di nava gerîlayên li çiyayên Kurdistanê re nîşan da û piştrast kir ku ew amade ne li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

' EM AMADE NE BERÊ XWE BIDIN ÇIYAYÊ KURDISTANÊ Û PIŞTGIRIYA GERÎLA BIKIN '

Dayika Şaziye Îbrahîm wiha got: "Em li Şehbayê bi xor û keçên xwe, biçûk û mezinên xwe amade ne ku li kêleka gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji malbata Barzanî bisekinin. Divê PDK'ê baş bizane ku em hemû PKK'ê ne û li hember dagirkeriya Tirk û xiyaneta wê li kêleka PKK'ê disekinin."

Şaziye Îbrahîm xiyaneta malbata Barzanî ku di şerê dewleta Tirk a li dijî kurdan de beşdar bûne şermezar kir û destnîşan kir ku ew amade ne berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê û li kêleka gerîla li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekinin.         

Şaziye Îbrahîm wiha lê zêde kir: "Gerîla wê bimîne, PDK'ê wê têk biçe, bimire îxanet."

Şaziye Îbrahîm ji gerîlayan re got: "Li hember tank û topên dijmin li ber xwe bidin, em ê ji bo jiyaneke azad û birûmet li kêleka we bisekinin."

' EM EMADE NE KU LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK ŞER BIKIN '                

Dayika bi navê Sureye Hebeş got: "Divê PDK'ê û dagirkeriya Tirk baş bizanin ku em dayikên şehîdan û dayikên gerîla ne. Em tu carî ji armancên xwe û piştgiriya gerîla venagerin."

Sureye Hebeş diyar kir ku dagirkeriya Tirk, dewleta Iraqê û malbata Barzanî li Rojava, Şengal û çiyayên Kurdistanê êrişên hevbeş li dijî gelê Kurd pêk tînin û da zanîn ku ew ê bi her awayî li hember van êrişan bisekinin û berdêl çibe bila bibe.             

' DÎROK ÎXANETA BARZANÎ JI BÎR NAKE '

Nesrîn Cimo piştrast kir ku ew hemû PKK'ê ne û wê heta bidestxistina serketinê li kêleka gerîlayan bin, her wiha xiyaneta malbata Barzanî û piştgiriya wê bi dewleta Tirk re di êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  de şermezar kir.

Nesrîn Cimo di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ya ji bo gerîla ya li hemberî dewleta Tirk nîşan da.

(dx)

ANHA