Li Başûrê Kurdistanê jin di çi rewşê de ne ?

Parêzer û çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Çiro Şiwanî diyar kir ku ji ber nebûna qanûnên li dijî tundiya li ser jinê û hişmendiya zilamperestî, her wiha belavbûna çekan bi rêyên neqanûnî, bûyerên kuştina jinan li Başûr zêdetir bûne.

Li Başûrê Kurdistanê jin di çi rewşê de ne ?
21 nîsan, 2022   06:01
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Ji destpêka 2022’yan ve li gor Gerînendetiya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Silêmaniyê  16 jin li bajarê li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin.

Ligel nepêkanîna qanûnên parastina jinê, li Başûrê Kurdistanê di 2021 de 45 jin û di 2020 de jî 25 jin hatine qetilkirin û kujer nehatine cezakirin.

Parêzer û çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Çiro Şiwanî diyar kir ku hejmara rast a kuştina jinan ji ya ku tê ragihandin zêdetir e.

‛TUNEBÛNA DESTHILATA BERPIRS’

Çiro Şiwanî wiha got: "Qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê bûye diyardeyeke xeter li ser civaka Kurdî, ew diyard e jî ji ber 2 sedeman pêk tê. Ya yekem hişmendiya mêrdestiyê di civakê de û bandora kevneşopî û olan li ser wan.

 Sedema duyem jî zêdebûna çekên neqanûnî û paşguhkirina desthelatê, ew jî ji bo bidesxistina dengan di hilbijartinan de, li şûna ku çekan qedexe bike, partiyên siyasî çek li ser alîgirên xwe belav dike."

Der barê paşguhkirina sûcên derheqê jinan de Çiro Şiwanî wiha domand: "Welatî li pey pere û mûçeyên xwe ketine, rewşa aborî bûye sedema gelek pirsgirêkan, desthelatê hiştiye ku xema gel tenê aborî be."

Çiro Şiwanî diyar kir ku jin xwedî li dozên xwe dernakevin, kêmasî ya jinan e, ji ber ku ew fêrî perwerde û kevneşopiyan bûne û azadiya wan hatiye sînordarkirin.

Başûrê Kurdistanê bi dewlemendiya xwe ya binerd û çandiniyê tê naskirin, lê gelê Başûrê Kurdistanê ji ber siyasetên PDK'ê ji wan berheman bê par mane, PDK'ê Başûrê Kurdistanê kiriye zeviyên malbata Barzanî.

Dahatûyên dergehên sînorî 10 milyar dolar e û dahatûyên petrolê 12 milyar dolar e, lê belê, malbata Barzanî wan pereyan dixe xezîneyên xwe.

‛DIJMINÊN KURDAN BI RÊYA AJANÊN XWE YÊN KURD BAZIRGANIYA JINAN DERBASÎ NAVA CIVAKA KURD KIRIN’

Çiro Şiwanî hişyarî da ku jin li Başûrê Kurdistanê weke madeyeke baziraganî bi rêya ragihandinê tê bikar anîn û got: "Zihniyeta mêrdestiyê ya di civaka Kurd û siyaseta bazirganiya jinan bi hemû rêbazan bi rêya ragihandinê pêk tê. Dijminên kurdan ev xistin nava civaka Kurd ku şerê wê yê exlawê bikin."

Li ser dezgehên çapemeniyê kampanyayên hîcabkirina (laçik) jinan weke festîvalên salane derketin holê. Ev mijar diyar dike ku îslama siyasî tê meşandin û li dijî wê bertekên gel hene.

Çiro Şiwanî wiha pê de çû: "Lixwekirina laçikê normal e, her kes azad e, lê bi şertê ku ne di bin bandora îslama siyasî de be. Pêwîstiya jinên Başûrê Kurdistanê ji her tiştî zêdetir bi zanakirinê heye, dema jin jîr û rewşenbîr be, wê mafên xwe nas bike, wê tu fikir û siyaset nikaribin bandor lê bikin."

Parêzer û çalakvana ji Başûrê Kurdistanê Çiro Şiwanî ev tişt got: "Zilamê li dijî jinê tundî bi kar tîne, ew zilamê ku li ser hişmendiya zayendperestî mezin bûye, dibîne ku jiyankirin tenê ji mafê wî ye, jin ji bo wî ye, ji bo kêfa xwe pê bike, bêyî ku tu mafê jinê di biryarê de hebe."

‛HEBÛNA QANÛNÊ BÊYÎ PÊKANÎNÊ TÊRÊ NAKE’

Girêdayî mijarê Çiro Şiwanî ev tişt jî anî ziman: "Kesên tundî li jinan dikin, di bin parastina desthelatê de ne, tu rola qanûnan tune, dema ku em nûçeyên qetilkirina jinan dibihîzin wê demê kujer kanî? Tevî ku qanûneke taybet li dijî tundiya malbatî li herêmê heye li Iraqê tune, ev tiştekî baş e, lê têr nake, tu sûd ji qanûnan nayê girtin eger pêk neyên. "

Der barê rola jinan di serhildanên Kurdistanî de jî Çiro Şiwanî got: "Eger em li dîrokê vegerin, em ê rola jinan di warên siyasî, rêveberî, perwerd û aborî de bibînin. Weke Xanzad El-Soran, Hebsaxan El-Neqîb, Edîla Xatûn, Qedem Xêr, Leyla Qasim û gelek jinên din."

‛PÊWÎSTIYA JINÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI ŞOREŞEKE FIKRÎ Û ÇANDÎ HEYE’

Parêzer û çalakvan Çiro Şiwanî diyar kir ku di dema niha de pêwîstiya jinên Başûrê Kurdistanê bi zanakirinê heye, da ku  maf û erkên xwe nas bike. Pêwîstiya jinan bi şoreşeke çandî heye. Ji bo rê li ber sûcên der heqê jinan li Başûrê Kurdistanê de jî bê girtin.

Çiro Şiwanî banga hevgirtinê li jinên Başûrê Kurdistanê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê rêxistinên jinan bibin yek, ji bin bandora partiyan derkevin, ji bo avakirina jina pêşeng yek deng bin."

(şt)

ANHA