​​​​​​​Rojnamevanekî Misirî kovarekê bi navê Kurdistanê belav dike

Rojnamevanekî misirî, ji bo peyama mîr Miqdad Midhet Bedirxan dewam bike, dê li paytexta Mirisê Qahîrayê kovarekê bi navê Kurdistan belav dike.

​​​​​​​Rojnamevanekî Misirî kovarekê bi navê Kurdistanê belav dike
21 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Tê payîn hejmara yekemîn a kovarê di roja Roja Rojnamegeriya Kurdî de were belavkirn, tê de çanda Kurdî heye û bi zimanê erebî ye û dê navê wê Kurdistan be, dê navê wê heman navê ku Mîr Miqdad Midhet Bedirxan rojnameyea yekemîn a kurdî di 22’yê Nisana 1898’an de beriya 124 salan derxistiye, be.

‛EM DIXWAZIN DERXISTINA VÊ KOVARÊ BIBE BÛYEREK HER KURDEKÎ KÊFXWEŞ BIKE’

Kovar dê di 22’yê vê mehê de ku ji bo gelê Kurd rojeke dîrokî ye bê belav kirin û dê her 3 mehan carekê hejmarek bê belavkirin.

Rojnamevanê misirî Ebdulfeta Elî diyar kir ku Qahîra ji bo têkliyên dîrokî di navbera gelê Misirê û gelê Kurd de sembolek e, her wiha giraniyeke wê ya çandî heye û got: "Em dixwazin peyama Mîr Miqdad Bedirxan dewam bikin, em dixwazin dilê kurdan xweş bikin."

‛FIKRÊ DERXISTINA KOVARÊ JI ÇEND SALAN VE HEYE’

Rojnamevan Ebdulfetah Elî der barê fikreya belavkirina vê kovarê de got: "Ji çend salan ve dixwazim vê yekê pêk bînim, ji dema ku min navenda Qahîra ji bo lêkolînên Kurd vekir ku yekem navenda lêkolînên Erebî û Misirî di 2013’yan de hate damezrandin. Yek ji armancên derxistina kovarê lêkolînên fikrî bi sernavê "Karûbarên Kurd" bû, her wiha kovara çanda kurdî bi zimanê erebî hate derxistin. Lê astengiyên fînansekirinê hişt ev proje hinekî dereng be."

‛KOVAR DÊ DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE WEKE PIREKE ÇANDÎ Û FIRKRÎ BE’

Elî diyar kir ev kovar dê bibe ziman û dengê gelê Kurd li herêma ereb û dê di navbera gelên Kurd û Ereb de bibe pireke têkliyên çandî û fikrî.

Rojnamevanê Misirî destnîşan kir ku tevî Kurd xwedî derfetên mirovî, çandî, hunerî û madî ne lê heta niha wan tu saziyeke rojnamevanî, çandî û kovareke Kurdî ji bo ku têkilî bi gelê Misirê û Ereb re deyne ava nekirine. Vê yekê jî hiştiye ku gelê Misir û Ereb, baş Kurdan nas nekin.

‛GELEK ARMANCÊN ME HENE DIXWAZIN PÊK BÎNIN’

 Li ser armancên derxistina kovarê û peyama wê Ebdulfetah Elî ev tişt got: "Em dixwazin bi rêya vê kovarê gelê Kurd, nivîskar, wêjevan, ramyar, behremend û hunermendên Kurd bi rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên Ereb bidin naskirin."

Rojnamevanê misirî diyar kir ku bandora çandî ya Erebî û Misrî li ser rewşenbîr û xwînerên Kurd heye û got:" Nivîskar Misirî û Erebî ji bo Kurdan pêşengên çandê bûn, em dixwazin bi rêya vê kovarê pirtûkên kurdan li nava rewşenbîrên Ereb û Misirî de belav bikin. Di 2019'an de min li Misirê Dar Nefertîtî ji bo belavkirinê ava kir, da ku bi vê erkê rabe, heta niha me hejmareke mezin ji  pirtûkên nivîskar, ramyar, siyasetmedar û wêjevanên Kurd çap kirine, ew pirtûk ji aliyê rewşenbîrên Misirî ve tên xwendin."

Her wiha Elî destnîşan kir ku dê di nava kovarê de gelek nivîs û mijar bên parvekirim bi rêya wê dê rastiya gelê Kurd, doz, maf, dîrok, şaristanî, çand, wêje û ramana Kurdî bê naskirin, dê kovar bibe dengê Kurdan.

‛DI NAVA KOVARÊ DE DÊ BEHSA DÎROKA KURDAN JI ÊŞ Û KOMKUJIYAN JÎ BÊ KIRIN’

Elî diyar kir ku dê kovar ji van mijaran pêk bê,:dîrok, şaristanî, çand, raman, huner, behre, çîrok, roman, şano, rexnên wêjeyî û hunerî.

Li ser dîroka Kurd ji azar, komkujî û sûcan ku dê di kovarê de bê bicihkirin, Elî ev tişt anî ziman: "Dê di kovarê de ev yek bi awayekî rasteqîn û durist bên bicihkirin, dûrî reşkirin û şaştiyên bimebest. Em ê rastiyê weke heyî pêşkêşî xwîner, rewşenbîrên ereb û misirî bikin û dûre ew ê biryara xwe bide."

‛DIXWAZIM BI VÊ ÎNSYATÎFÊ HEZKIRINA XWE JI BO GELÊ KURD BÎNIM ZIMAN’

Der barê alîkariya ji bo kovarê de Rojnamevanê misirî tekez kir ku ew ê bi tena xwe kovarê belav bike, armanca wî jî hezkirina xwe ji bo gelê Kurd eşkere bike û wiha anî ziman: "Ev erkeke dikeve ser milê min, ez xwe yek ji gelê Kurd dibînim, leşkerek im bi hemû hêza xwe dê xizmeta gelê Kurd bikim."

‛EM DIXWAZIN KOVARÊ LI SERANSERÎ CÎHANÊ BELAV BIKIN’

Elî daxwaz ji sazî, partî û hêzên siyasî, bazirgan û hemû kurdan kir ku ji bo dewamkirina vî karî piştgiriya madî bidin û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin kovarê li Misir û welatên Ereb û cîhanê belav bikin, piştre em ê bi zimanê kurdî jî belav bikin, pêwîstiya vê yekê bi alîkariya madî heye, ez piştrast im ku dê Kurd alîkariya min bikin."

‛KOVAR SERBIXWE YE NE GIRÊDAYÎ TU ALÎ YE’

Ebdulfetah Elî piştrast kir ku kovar serbixwe ye ne girêdayî tu aliyekî siyasî, kesayetî û sazî ye û got:" Hemû nivîskar, wêjevan, ramyar, behremend, rojnamevan û rexnevanên Kurd dikarin beşdarî bibin, kovar tenê ya kurdan e, em dixwazin hemû Kurd li Kurdistan û cîhanê alîkarî pêşkêş bikin."

‛KOVAR JI BO HEMÛ NIVÎS, NÊRÎN Û FIKRAN VEKIRÎ YE’

Rojnamevanê misirî diyar kir ku kovar li ber hemû nêrîn û fikran vekirî ye û got: "Baweriya min bi projeya neteweya demokratîk mezin e, gelek encam li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, ew projeya mirovê rast e, dûre ji reng, ol, netew û regezê ye, hemû pêkhate di nav de cih digirin.

Têkiliyê di navbera Kurd û Ereban de pêş dikeve, ev têkilî ne nû ne, dîrokî ne, gelek hevbeşî di navbera her du gelan de heye."

Her wiha Elî ev tişt got:"Dema min nûçeyên Kurd û Kurdistanê di rojnameyên Erebî û Misirî de dixwend min didît ku ew ne bê alî ne, ji ber ku rêjîmên desthelatdar li Sûriyê û Iraqê Kurdan bi rê ve dibin, ew rêjîm bi rêya ragihandina xwe ji bo reşkirina navê Kurdan, mafên rewa û doza adil bi ser ketin, gelek nêrînên şeş der heqê kurdan de dan pêş."

Ebdulfetah Elî, rojnamevanekî misirî ye û endamê sendîkeya rojnamevanên misirê ye, pisporê karûbarên kurdî ye, destpêka 2004’an serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, gelek caran serdana çiyayên Qendîlê  kiriye û li wir bi fermandar û têkoşerên PKK'ê re civiyaye.

Her wiha yekemîn rojnamevanê ji Misirê ye ku serdana Rojava kir, gelek rapor der barê rola kurdan di şerê li dijî DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyê de û raporên der barê sîstema neteweya demokratîk belav kiriye.

Têkliyên wî bi hêzên siyasî yên kurdî li Iraq, Sûriyê, Îran û Tirkiyê re hene, li ser raporeke xwe der barê rola kurdan di şerê li dijî DAIŞ'ê de xelat ji sendîkeya rojnamevanên rêzelêpirsîn û raporên meydanî girtin.

Her wiha xelata Osman Sebrî ya Kurdî,  bi dest xistiye, ji bilî wê jî gelek nivîs û pirtûkên wî yên der barê karûbarên Kurdî de hene.

(şt)

ANHA