Li Silêmaniyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk tê şermezarkirin

Li Silêmaniyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tên şermezarkirin.

Li Silêmaniyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk tê şermezarkirin
20 nîsan, 2022   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên çend roj in li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin bi diruşma, “Li hemberî xeta xiyanetê Kurdistanê biparêzin” tê şermezarkirin. Meş li Kolana Sehuleke dest pê kir û wê heta li ber Baxê Giştî berdewam bike.

Di meşê de dirûşmeyên weke, “Bijî berxwedana gerîla’ “Bimre xiyanet”, “Here ji derve here ji derve Tirkiye”, “Yeke yeke gelê Kurd yeke”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “gerîla, gerîla” û “Terorîst Erdogan” hatin berz kirin. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatine hildan.

Bi sedan kes tevlî meşê bûne. Di meşê de piştgiriya xwe ya bi gerîlayên azadiyê re tînin ziman.