​​​​​​​`Rojnamegeriya kurdî jî di armancên dewleta Tirk de ye`

​​​​​​​Nûçegihanên ku li Rojava dimînin diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê ji bo veşartina berxwedana gel û binpêkirinên xwe dewleta Tirk li hemberî civakê dixwaze bi rêya girtina rojnemevanan civakê bê deng bihêle û gotin: “Ji berê de dewleta Tirk di siyasetên xwe de dijminatiya gelê Kurd dike, pê re jî rojnamegeriya kurdî bê par nahêle.”

​​​​​​​`Rojnamegeriya kurdî jî di armancên dewleta Tirk de ye`
21 nîsan, 2022   00:39
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiryarên dewleta Tirk a faşist li dijî tevgera rojnemevanan dewam dike, li kêlek bi hezaran girtiyên siyasî; bi dehan rojnemevanên Kurd bi taybet di girtgehên dewletê de ne.

Li gel van binpêkirinan û nêzîkbûna roja rojnamgeriya kurdî, nûçegihanê li Rojavayê Kurdistanê nêrîna xwe bi ANHA`ê re parve kir.

Nûçegihanê Rojnameya Ronahî TV Serbest Etê diyar kir ku di roporên sazî û rêxistinên peywendîdar bi rewşa rojnemevanan de tê tekezkirin ku dewleta Tirk yek ji welatên herî xerab ku rojnemevan lê tê astengkirin e û wiha got: “Li dewleta Tirk astengî dihgêje asta destgîrkirin û qetilkirinê jî; mînak wê jî hîn ji salên 1990`î de rojnemevan Mûsa Enter hat qetilkirin, ku heta niha ev yek dubare dibe.”

Serbest Etê da xuyakirin ku rojnemevan eynika civakan e û wiha dom kir: “Ji ber hebûna berxwedan û têkoşîna li hember kiryar û sûcên dewleta Tirk, dewleta Tirk dixwaze bi rêya binçavkirin û girtina rojnemevanan civakê bê deng bihêle.”

Li gorî rapora Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firan (DFG) ya Adara borî de, 6 rojnamevan li Tirkiyê hatin e binçavkirin, êriş li 4 rojnamevanan hat kirin, li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hatiye birîn û 6 malperên internetê hatin astengkirin.

Têkildarî binçavkirina rojnemevanan Serbest Etê got: “Pergala faşîzma AKP û MHP`ê li benda mirovan namîne ku sûcan bike, ew sûcdaran li gor xwe nîşan dike. Ji ber vê yekê bi hezaran kes hatine girtin ku tenê sûcê wan banga azadiya gelan e.”

Nûçegihanê Rojnameya Ronahî TV Serbest Etê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk di gotin û pêkanîna kiryarên xwe de banga yek al, yek netew û yek ziman dike, ji ber vê yekê tu ragihandin ji bilî ragihandin û nêrîna xwe qebûl nake, ragihandina li dewleta Tirk ji sedî 90 ser bi desthilatê ve ye, ji ber vê yekê li hemberî ragihandina kurdî derdikeve.”

Nûçegihana Nûjinha Leyla Mihemed jî da xuyakirin ku ne li her çar parçeyê Kurdistanê mîna Rojava rojnemegeriya Kurdî dikare rola xwe baş bilîze û wiha dom kir: “Li Bakur û Başûrê Kurdistanê rojnemevan di şopandina rewşa gel de gelek zehmetiyan dikişînin, li Bakur rojnemevan rastî binpêkirinan tên.”

Leyla Mihemed da zanîn ku armanca dewleta Tirk a faşist ji binpêkirinên li hemberî rojnemevan her wiha rojnamegeriya kurdî ew e veşartina hovîtî û binpêkirinên xwe dike.

Leyla Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku hedefa rojnemevanan a sereke derxistina heqîqet û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî civaka kurdî, dewleta Tirk ji ber zihniyeta xwe ya desthildar rê li ber şopandina rewşa gel bi binçavkirina rojnemevanan dike.”

Nûçegihana ajansa Nûjinha Leyla Mihemed got: “Ji demên berê de dewleta Tirk di siyaset û kiryarên xwe de dijminatiya gelê Kurd dike, pê re jî ji van kiryaran rojnamegeriya kurdî bê par nahêle.”

ANHA