Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Divê hêzên garantor bi erkên xwe li hember êirşan rabin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dagirkeriya Tirk ji navenda têkiliyan a bajarê Qamişloyê re, du welatî birîndar bûn, her wiha balafireke bêmirov li Kobanê erebeyek hedef girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Divê hêzên garantor bi erkên xwe li hember êirşan rabin
20 nîsan, 2022   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarıya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê hedefgirtina malekê li Qamişlo û erebeyekê li Kobanê de ji hêla dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî herêmên me zêde dike, ew yek jî bi armanca derbekirina istîqrar û belavkirina aloziyê û neçarkirina welatiyên ku ji herêmên xwe koçber bibin.

Balafıreke bêmirov dewleta Tirk a dagirker danê nîvro navenda têkiliyan a li Qamişlo bombebaran kir, di encamê du endamên karker ku li navendê dixebitin birîndar bûn.

Her wiha bêrêvarê jî nêzî saet 3:00’yan balafireke bêmirov erebeyek li gundewarê Kobanê li ser rêya di navbera gundê Îdiq û Textê de hedef girt, di encamê de ajokar birîndar bûn.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn teqez dikin li dijî tevahî şêweyên êrişên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, ne. Her wiha bang li hêzên navneteweyî yên garantor dikin bi erkên xwe li hember van êrişan rabin ku parastina welatiyan ji van hedefgirtinan bikin."

(fr)

ANHA