HPG: Li Girê Rûbar 13 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî hêzên artêşa Tirk yên li Girê Rûbar a girêdayî herêma Çiyareşê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de 13 dagirker hatine cezakirin û çûne cenazeyên 7 dagirkeran.

HPG: Li Girê Rûbar 13 leşker hatin kuştin
20 nîsan, 2022   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên wan li dijî artêşa Tirk a li ser Girê Rûbar a girêdayî qada Çiyareş a herêma Zapê çalakiyek li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî da:

“Roja 20’ê Nîsanê saet 12:20’an hêzên me bi esasgirtina taktîka vedizînê (sizma) çalakiyeke bi koordîneyî ya gerîlayî li dijî dagirkerên li ser Girê Rûbar a girêdayî qada Çiyareş a herêma Zapê li dar xistin. Hêzên me li çûne ser cenazeyên 7 dagirkeran. Hate zelalkirin ku di vê çalakiyê de 13 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.”