​​​​​​​Şêx û rûspiyên Dêrazorê: Dewleta Tirk li ser Ereb, Kurd û Ermen xeter e

Şêx û rûspiyên rojhilatê Dêrazorê li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîlayan anî ziman û diyar kir ku dewleta Tirk li ser Ereb, Kurd û Ermenan xeter e.

​​​​​​​Şêx û rûspiyên Dêrazorê: Dewleta Tirk li ser Ereb, Kurd û Ermen xeter e
20 nîsan, 2022   23:41
DÊRAZOR-FATME EL-EBID

Roj bi roj armancên dewleta Tirk ên dagirkirinê li herêmê diyar dibin, di dema niha de dewleta Tirk dest bi êrişeke dagirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye.

Bertekên gel li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker zêde dibin û piştgiriya xwe ji hêzên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê re nîşand didin.

Di vê çarçoveyê de rûspiyê eşîra El-Merasima li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Salim El-Xelf got: "Osmaniyan di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de li dijî Kurd, Ereb û Ermenan siyaseta qirkirinê pêk anî, piştre ji bo dawî li Kurdan bîne ew parçe kir."

‛XETERIYA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK NE TENÊ LI SER KURDAN, LI SER EREBAN JÎ HEYE’

Salim El-Xelef diyar kir ku xeteriya êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ne tenê li ser kurdan e, lê belê li ser ereban jî heye, dewleta Tirk dixwaze herêmê dagir bike û çandên heyî têk bibe.

El-Xelef destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku armancên xwe pêk bîne hewl da di navbera gelên herêmê de fitneyan derxe.

‛YEKANE ÇAREYA AŞTÎ Û ÎSTÎQRARA LI HERÊMÊ, YEKITIYA GELAN Û DESTEKDAYÎNA HÊZÊN GERÎLA YE’

El-Xelef tekez kir ku ji bo pêkanîna aştî û îstîqrarê li herêmê çareseriya yekane hevgirtina gelan û destekdayîna gerîlayan e.

‛EREB KIRIN 22 DEWLET Û KURD KIRIN 4 PARÇE’

Li aliyekî din  berdevkê fermî yê Meclisa Eşîrên EL-Bûkemal, Selah Ismaîl diyar kir ku 400 salan dewleta Osmanî der heqê Kurd, Ereb û Eremenan de komkujî pêk anîne û got:

"Osmaniyan ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkeriyê Ereb kirin 22 dewleta û Kurd kirin 4 parçe, dewleta Tirk niha dixwaze serdema Osmanî careke din vegerîne."

‛YÊN HERÎ ZÊDE DI ŞERÊ CÎHANÎ YÊ YEKEMÎN DE ZIYAN DÎTIN, KURD Û EREB BÛN’

Selah Ismaîl got, di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de yên herî zêde ziyan û windahî dîtin, Kurd û Ereb bûn, heta niha dewleta Tirk der heqê her du gelan de siyasetên xwe dewam dike.

Selah Ismaîl di dawiyê de wiha got: "Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember komployên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, hevgirtî bin."

ANHA