​​​​​​​Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hember dorpêç li ber xwe didin

Di dîrokê de gelên cîhanê gelek caran rastî ambargoyan hatine, dijminan nikarîn dagirkeriya xwe bidin meşandin, ji 10 salan ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin siyasetên dorpêç, birçîkirin û tîkirinê de ye. Lê gelên herêmê serî ji van siyasetan re netewandin û xwe teslîm nebûn.

​​​​​​​Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hember dorpêç li ber xwe didin
21 nîsan, 2022   01:21
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Ji hezarên salan ve dorpêç yek ji rêbarzên lerşkerî ye tê bikaranîn, dorpêç têgeheke leşkerî ye wateya wê dûrxistina armancê ji derdorê ye, dihêle kesên di bin dorpêçê de nikarbin alîkarî bigirin û bikevin rewşeke xirab de, li pêşiya wan tenê du bijarde hebin, an berxwedan û şer an jî teslîmkirin.

DI DÎROKÊ DE DORPÊÇ

Di dirêjahiya sedsalan de gelek caran dorpêç çêbûne, Remsîs El-Sanî, ISkender El-Ekber, Xalid Bin El-Welîd, Henbeil, Son, Wechka Zulu, Wallenstein, Napoleon, Moltke, Guderian, Ronstadt, Manstein, Zhukov û Patton.

Yek ji cengên mezin cenga Tirmobîl di sala 480 BZ de ye, di navbera Yewnanistana kevin û Exmîniyan de bû, Exmînî bi fermandariya Xişayarşayê yekem de, cenga Kanay sala 216’an a di navbera Romaniya  Qertaciya de pêk hat, Qertaciya bi fermandariya Henbiel bi ser ket.

WELATIYÊN LENINGRAD 3 SALAN LI HEMBER AMBARGOYÊ LI BER XWE DA

Di dîroka nû de jî bajarê Leningrad 900 rojan li himber dorpêça hêzên Almanya û Finlandayê di salên 1941-1944 de sekinî. Di şer de milyon û 642 hezar kes hatin kuştin, di nava wan de 642 hezar sivîl hebûn, wê demê 2 milyon û 544 hezar kes ketibûn bin dorpêçê û li ber xwe didan.

TEVÎ DORPÊÇÊ LI BER XWE DA Û HEBÛNA XWE PARASTIN

Zivistan hat û kehrebe nebû, welatî di bin karesateke rastîn de bûn, hemû pêdiviyên jiyanê hatibûn qutkirin, êzing ji bo germkirinê dihatin bikaranîn, kelûpelên malê ji bo germkirinê bi kar dianîn, wê demê ji ber zêdebûna cenazeyên ku ji ber qeşayê derfet nebû bên veşartin nexweşî belav dibû, lê zehmetiya herî zêde birçîbûn û tîbûn bû, lê Leningirad li ber xwe da û parastina hebûna xwe kir.

SERKETINA GELÊ LENINGRAD Û RIZGARKIRINA BAJARÊ DORPÊÇKIRÎ

Di dawiya sala 1943’yan de rewş hat guhertin, amadekariyên rizgarkirina Leningirad ji aliyê Leningirad û Volkhov ve hat kirin, di 14’ê Çileya 1944’an de hêzên Sovyetê parastina artêşa Almanyayê têk bir, 60 KM pêş ketin, hêzên Almanî jî neçarî vekişînê bûn, bi rizgarkirina bajarên Pushkin, Gatchina û Chudovo dorpêça li ser Lênîngirad bi dawî bû.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI BIN DORPÊÇÊ DE YE

Ev siyaset ji 10 salan ve li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, stratejiya xweradetkirin, mirina ji birçîbûnê û tîbûnê nebû sedema serîtawandinê.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER AVÊ WEKE ÇEK LI DIJÎ ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BI KAR TÎNE

Ji bo têkbirina çandinî û tîkirina gelên herêmê, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser herêmê qut dike. Rêjeya ava ku derbasî Sûriyê dibe kêm bûye, dewleta Tirk ava çemê Firatê weke çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

Piraniya cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erdên xwe bi ava bendava Firatê av didin, lê piştî dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kir, di saniyekê de kêmî 200 mitre kab derbas dibe.

Dewleta Tirk û hikumeta Şamê di sala 1987'an de der barê ava çemê Firatê de peyman îmze kirin, li gor wê peymanê divê di saniyekê de 500 mitre kab derbasî Sûriyê bibe, lê niha ew peyman ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin.

ZÊDEYÎ MILYON KESÎ TÎ DIMÎNIN

Ne tenê wiha, dewleta Tirk a dagirker ji dema bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê qut dike. Ji ber wê yekê zêdeyî milyonek kes li Hesekê û gundewarên wê bê av dimînin.

BIRÇÎKIRINA GELÊN TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ Û ŞEHBAYÊ BIRÇÎ

Dorpêça li ser herêmê ranewestiya ye, hikumeta Şamê weke dewleta Tirk a dagirker dixwaze aboriya herêmê bifetisîne, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Şehbayê ji destpêka aloziyê ve rastî topbaran û dorpêça aliyên şer ên Sûriyê tên.

Taxa Şêxmeqsûd mezintirîn taxên Helebê ye, ji ber ku bilind e, xwedî erdnîgariyeke girîng e, hemû aliyên şer dixwestin Şêxmeqsûd dagir bikin da hemû taxên din bikevin jêr kontrola wan.

Lê gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî hemû êrişên hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li ber xwe dan.

Taxa Şêxmeqsûd ji 2 beşan pêk tê "Rojhilat û Rojava" aliyê rojhilat li ser girekî hatiye avakirin, tevahî bajarê Helebê li wir tê xuyakirin, ji ber wê ew cihekî stratejîk e. Li taxa Şêxmeqsûd zêdeyî 14 hezar malbatên koçber ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyê hene.

LI GOR BINGEHA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ XWE BI RÊXISTIN KIRIN

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hemû aliyên şer xwestin taxa Şêxmeqsûd kontrol bikin, lê şêniyên taxê li kêlek YPG/YPJ li gor bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin kirin û tevî dorpêç û topbaranê û bikaranîna çekên kîmyewî li ber xwe dan.

JI 4 SALAN VE DORPÊÇ

Ji 4 salan ve hêzên hikûmeta Şamê dorpêç li ser taxê ferz dikin, siyasetên beriya sala 2011’an tînin bîra mirov.

Piştî ku di kontrolkirina taxê de bi bin ketin, firqeya 4'an rê nade hemû made derbasî taxê bibin. Her du rêyên sereke yên di navbera taxê û hêzên hikûmetê de di bin kontrola firqeya 4'an de ye.

ŞÊNIYÊN HER DU TAXAN BÊ NAN E

Hikumeta Şamê bi nan şerê gelê Şêxmeqsûdê dike, ji 13’yê Adarê ve Firqeya 4’an nahêle ard derbasî taxê bibe, şênî di meha pîroz de bê nan in.

Tevî wê jî şêniyan serî netewandin, li dijî komployê li ber xwe didin, beriya niha li dijî komên çete yên dewleta Tirk li ber xwe dan û nehiştin tu kes destdirêjî li rûmeta wan bike.

GIRTINA DERIYÊ TIL KOÇER DORPÊÇA NAVNETEWEYÎ YE

Di çarçoveya cezayên li ser Sûriyê de û pêkanîna Qanûna Qeyser, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zehmetî dikişînin. Li aliyekî bilindbûna buhayê madeyan, li aliyê din jî girtina deriyê Til Koçer ê bi Iraqê re.

DORPÊÇN DÎROKÊ ÇARENÛSA GELAN GUHARTIN

Hemwextî dorpêça li ser herêmê, dewleta Tirk a dagirker ji şerê li Ukraynanê sûd digire, êriş li ser herêmê pêk tîne, gelê herêmê bi tena xwe li ber xwe dide, ev berxwedan dorpêçên dîrokî tînin bîra mirov.

TEVÎ DORPÊÇÊ GEL LI HEMBER ARTÊŞÊN HERÎ BI HÊZ BI SER KETIN

Gelek caran, hin bajar li dijî artêşên herî bi hêz bi ser ketin, ji ber ew di nava hevkariyê de bûn, tonel avakiribûn û pêdiviyên xwe yên ji bo salan kom kiribûn.

(şt)

ANHA