​​​​​​​Nîhad Kaya: Şer tê û tu bijarde ji bilî berxwedanê tune ne

Rojnamevan Nîhad Kaya got, “Em bixwazin nexwazin, şer tê. Tu Kurdek nikare xwe derveyî vî şerî bibîne. Kurd di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de yan dê bi ser kevin, yan dê qir bibin. Tu rêyên din tune ne.”

​​​​​​​Nîhad Kaya: Şer tê û tu bijarde ji bilî berxwedanê tune ne
21 nîsan, 2022   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN- MEDYA HENAN

Artêşa Tirk a dagirker û PDK`ê êrişên berifreh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dane destpêkirin. Têkildarî bandorên siyasî, leşkerî û armancên van êrişan ajansa me bi rojnamevan Nîhad Kaya re hevpeyvînek çêkir.

Dewleta Tirk êrişên dijwar li dijî Kurdan û  Tevgera Rizgariya Kurdistanê daye destpêkirin. Bandorên van êrişan çi ye?

Ji destpêka avakirina dewleta Tirk ve hewl dide ji Başûrê Kurdistanê heta Helebê Mîsaqî Millî pêk bîne. Ew dibîne ku Heleb wîlayeteke girêdayî wê, her wiha Silêmaniyê û Hewlêrê wekî bajarên girêdayî wîlayeta Mûsilê dibîne. Erdogan dev ji vê planê bernedaye û bi hemû rêbazan hewl dide pêk bîne. Erdogan çavên xwe berdaye Başûrê Kurdistanê, ku gelek herêmên li wir dagir kirine.

Ji Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn ve li cîhanê şer heye. Bi nêrîna we dewletên hegemon di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixwazin çi pêk bînin?

Dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir hesabên avakirina dewletên Ereban tune bûn. Dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir, hesabên avakirina dewletên wekî Îsraîl tune bûn. Yê ku şer ragihandiye û komkujî pêk anîne, Hîtler bû. Têgîna şer jî, dema ku desthilat dixwazin hêzekê tune bikin, bi kar tînin.

Dewletên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de têk çûne, gelek komkujî li dijî gelan pêk anîn. Divê ev yek baş were analîzkirin. Osmaniyan di sala 1915`an de li dijî Ermen û Suryanan de qirkirin pêk anîn û nêzî milyon û nîv Ermen û Suryan kuştin û dan koçberkirin.

Qirkirina Ermenan bi fikirê neteweyî dest pê kir û Tirkiyatî li ser vî esasî ava kirin. Di qonaxa duyemîn de dora Kurdan hat. Rast e, li Tirkiyê pêkhateya Tirkmen heye yên ji Asya Navarast hatine, lê belê nasnameya Tirkî tune bû. Gelên li wê derê tev li Tirkmenan kirin û neteweya Tirk ava kirin. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de xwestin Kurdan tune bikin û dest bi pêvajoya fînalê bikin. Lê di wê de bi ser neketin û bi destê Kurdan komkujî li dijî Ermenan pêk anîn.

Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de komkujî li dijî Cihûyan kirin. Ji vir mirov fam dike ku Cihû, Ermen û Kurd li seranserê cîhanê belav bûbûn, lê dewleta wan tune bû. Ji wê demê ve bi rêya komkujî û qirkirinan hewldanên tunekirina wan tên kirin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî dixwazin Kurdan tune bikin û plana xwe bibin serî. Gelê Kurd niha bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ye.

Êrişên li ser Başûrê Kurdistanê piştî du rojan ji hevdîtina Mesrûr Barzanî, Erdogan û Hakan Fidan pêk hatin. Hûn vê hevdîtinê çawa dinirxînin û armanc jê çi ye?

Wêneyên ji serdana Mesrûr Barzanî bi şandeya Tirk re li ser medya hatine belavkirin, eger em ji aliyê dîplomatîk ve binirxînin, Mesrûr Barzanî serokê herêmekê ye û kesayeteke siyasî ye, ne kesayeteke îstixbaratî, ne jî leşkerî ye. Erdogan li nîvî, yên din jî li aliyan rûniştibûn. Ev wêne nîşan dide ku Erdogan bi erêkirina PDK`ê serokê herdu aliyan e. PDK`ê jî ji vê yekê razî ye. Her wiha nîşan dide ku hikumeta AKP`ê nêzî PDK’ê ye.

Plan di 2017`an de bi êrişên li ser herêmên Xakûrkê dest pê kir. Plan bi vê rengî ye: PDK bi hêzên xwe herêmê dorpêç dike û artêşa Tirk a dagirker şerê HPG`ê dike. Ev plan li Heftanînê jî pêk anîn, sala par jî li herêma Avaşînê pêk anîn ji Girê Merewanî û heta Qaşûra. Ev plan hîna dewam dike.

Civîna Mesrûr Barzanî planên wan derxistin holê. Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi daxuyaniyekê gotibû ku amadekariyan dikin ku 15`ê Nîsanê êriş bikin. Piştî du rojan êriş pêk hat. Li gorî nûçeyên li ser medyayê, hêzên girêdayî PDK`ê herêmên gerîla dorpêç dike. Heta agahî hene ku PDK`ê bi awayekî yekser beşdarî êrişan bûye. Îsbat jî civîna ku pêk hatiye ye.

Êrişên dagirkeriya Tirk ji baregehên li Başûr yên di bin serweriya PDK`ê de dest pê kirin, hûn vê yekê çawa dibînin?

PDK her tim îdia dike û dibêje ku hevkariya wî bi dewleta Tirk re li ser esasê aborî ye. Lê bi nêrîna min aborî parçeyekî hindik e. Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re ji 1979`an ve dest pê kiriye, dema ku Elî Esker tevî 700 çekdarî şerê Sedam Hisên kir û xwestin berê xwe bidin Sûriyê. Wê demê ew li herêma Oremarê rastî kemîna PDK`ê û dagirkeriya Tirk hatin. Ji wê demê ve ev hevkarî dewam dike. Di sala 1983`an de jî PDK`ê hêzên xwe bi ser Partiya Karkerên Kurdistanê li herêma Colemêrgê ve şandin û xwest li wir gavê biavêje. Her wiha di çarçoveya şerê taybet de li dijî PKK`ê gotegot belav kirin.

Hêzên gerîla derbasî herêmên Xakûrkî yên bi ser dewleta Tirk ve bûn û PDK’ê êrişên xwe yên leşkerî li dijî gerîla ranewestandin. Herî dawî jî 1992’yan dema dagirkeriya Tirk bi beşdariya PDK’ê êrişên leşkerî yên berfireh pêk anîn, her wiha di 1995 û 1997’an de jî. PDK’ê çarenûsa xwe ya leşkerî û siyasî bi dewleta Tirk ve girêda ye.

Berê Tansu Çiller û Mehmed Ağar bûn, niha Erdogan û PDK’ê bi hev re ne, ji lew re bûyerên niha li Iraqê rû didin, ji ber encamên PDK’ê ne ku êriş û destwerdanên dewleta Tirk rewa dikin.

Tevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re kevn e, ji aliyê aborî ve, hemû dahatûyên petrolê ji malbata Barzanî û Erdogan re diçin. PDK’ê şîrketeke bazirganî ye, xizmetî berjewendiyên dewleta Tirk dike û xizmetî berjewendiyên gelê nake. Hemû armancên wê berfirehkirina kontolkirina malbatê, talankirina dewlemendiyên herêmê û teslîmkirina ji dewleta Tirk re ye. Dewleta Tirk jî dixwaze Kurd qir bike û PDK’ê jî destekê dide wê.

Wezîrê Karê Hundirîn yê Tirkiyê Suleyman Soylu behsa berfirehkirina herêmên ku dagir kirine li Iraq û Sûriyê kir, di nêrîna we de di sedsala 21`an de tu plan ji bo tunekirina Kurdan tune ye?

Armanca berfirehkirinê ya dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê her wiha li herêmên ku Kurd di wan de dijîn, heye. Erdogan îdia dike ku QSD`ê û Rêveberiya Xweser dixwazin Sûriyê parçe bikin.  Lê di rastiyê de QSD`ê û Rêveberiya Xweser banga diyalogê û parastina Sûriyê li hikumeta Şamê dikin. Em dibînin ku dewleta Tirk çi li herêmên ku li Idlib, Efrîn û Cerablusê pêk tîne ku hêzekê li dijî hikumeta Şamê ava dike. Dixwaze wan ji Sûriyê qut bike. Ev jî di avakirina baregeh û dîwarê di navbera Efrîn û Şehbayê de, diyar dibe. Diyar e ku ew dixwaze van herêman tev li herêmên Tirkiyê bike weke ku çawa di demên berê de bi Lîwa Îskenderon re, kir.

Dewleta Tirk niha vê siyasetê li Iraqê bi hincet û tawana hebûna PKK`ê bi kar tîne û ev jî encama zihniyeta dagirkerî ye. Bi vê yekê dixwazin Iraqê û Sûriyê parçe bikin û tev li Tirkiyê bikin.

Êrişên dewleta Tirk ên dawî bi beşdarbûna PDK`ê li ser herêma Şêladizê û Amediye bi piranî hatin kirin, çima bi taybet ev herêm?

Ji aliyê erdnîgarî ve, sînorên di navbera Iraqê û Tirkiyê de û nuqteya dawî herêma Zapê ye. Dixwazin wê herêmê dagir bikin da ku rêzedagirkirinên xwe temam bikin, ji sînorê Îranê heta bi sînorê Iraqê li Heftanînê.

Ji aliyê siyasî ve, ew pirsgirêka mezin e, Kurd dabeşî du beşan bûn. Beşa yekemîn şirîk û hevkarên siyasetên dagirkeriya Tirk in, mîna PDK’ê û ENKS’ê û beşa din jî nahêle Kurd werin parçekirin û nûnertiya vîna kurdan dikin, mîna HPG’ê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Beşdarıya PDK’ê bi dagirkeriyê re hêzên Kurd, mîna Tevgera Goran, YNK’ê û hêzên parastina azadiyê dikin, bi hêrs kir.

Rewşa niha ya di siyaseta Kurd de, dê valaî û birîneke bêderman çêke.

Xeteriyek din heye, ew jî xaka Iraqê bi sedema êrişên dewleta Tirk li ber gefên parçebûnê ye. Ev jî hemû Iraqê hedef digire. Her wiha avakirina hevbendiya di navbera El-Sedir, Sunne û Şîe de li ser parçekirina Iraqê hate avakirin, lê heke destwerdanê li vê rewşê nebû, dê Iraq parçe bibe.

Erdnîgariya ku dewleta Tirk tê de ye, erdnîgariyeke stratejîk e. Di şerê Ukrayna-Rûsyayê de rola dewleta Tirk eşkere dibe, di şerê Sedam Hisên de jî rola Tirkiyê eşkere bû, her wiha li Sûriyê jî, di rewşa penaber û gazê de jî. Ji ber dewleta Tirk girîngiyê dide erdnîgariyê. Ji ber wê dema dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tev digerin, hesabê dewleta Tirk dikin. Dema dewletên cîhanê tev digerin, li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tev digerin, qanûnên mirovî û demokrasiyê jî di ber çavan re derbas nakin, bi taybet jî hêzên hegemon.

Ewropa xwe demokrat dihesibîne, dema mijar dibe Kurd û qirkirina kurdan tu helwestekê nîşan nade. Bi sedan çalakgerên Kurd di girtîgehên dewleta Tirk de hene, mîna Selahettin Demirtaş û Osman Kavala. Çima mîna miara Ukrayna nêzî mijara Kurd nabin.

Ji aliyê leşkerî ve, dewleta Tirk êdî bûye hêza duyemîn di cîhanê de. Amerîka dixwaze bi dewleta Tirk re weke hêzeke aktîf di NATO’yê de berdewam bike. Di salên dawî de û piştî Bihara gelan nêzîkatiyên Amerîka bi dewleta Tirk re hatin guhartin. Niha jî careke din dixwaze li gel dewleta Tirk bisekine. Ji ber wê sûcên dewleta Tirk paşguh dike û destekê dide wê, bi taybet li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Ji her Kurdekî/ê di vê pêvajoyê de çi tê xwestin?

Şer tê, me xwest an nexwest û kurd nikare ji vî şerî dûr keve. Armanca vî şerî kurd e. Kurd di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de yan dê serkeftinê û naskirinê bi dest bixin an jî werin qirkirin, tu bijarte ji bilî wê tune ne. Di sedsala 21’an de Kurd nikarin gavekê bêyî naskirina nasnameya xwe biavêjin û ji bo wê divê têkoşînê bilind bikin.

Di vê pêvajoyê de tu Kurd nikare yekalî be, ev şer li dijî tevahî Kurdan e û divê her Kurdek helwesta neteweyî û yek nîşan bide û helwestên sivik di vê demê de tu sûdê nakin. Ev şer bi diruşmeyan nabe û divê hemû dakevin qadan û li pêş balyozxaneyan protesto bikin.

ANHA