Li Dêrazorê êrişên qirkirin û dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Şêniyên Dêrazorê û endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo şermezarkirina êrişên qirkirinê yên hevpar ên dewleta Tirk û PDK`ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwepêşandanek li dar xist.

Li Dêrazorê êrişên qirkirin û dagirkeriyê hatin şermezarkirin
20 nîsan, 2022   13:54
DÊRAZOR

Xwepêşandanê ji pêşiya kampa Ebû Xeşeb dest pê kir û heta beşa 3`yemîn a kampê ve dewam kir. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Werin em parastina destkeftiyên şoreşê bikin" hildan.

Piştre xwepêşandan veguherî mîtîngê û daxuyaniyek ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya kombûnê Zehra El-Tayih ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Her wiha rejîma Baas û Mesûd Barzanî yên ku bi rêya avakirina dîwarê di navbera Sûriyê û Iraqê de, ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kampa Şehbayê, piştgiriyê didin êrişên dewleta Tirk, hate şermezarkirin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya û şêniyan teqezî bi piştgiriya bi gerîla re kir û destnîşan kir ku ew ê li hember hewldanên dijmin ku dixwazin rûmeta wan têk bibin û xaka wan dagir bikin, bisekinin.

Têkildarî heman mijarê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê daxuyaniyek da û têde êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser herêmên Avaşîn, Zap, Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna hemû cûreyên çekan di êrişên li dijî hêzên gerîla de, şermezar kir.

Ciwanan destnîşan kir ku gel dê li hember hemû siyasetên qirkirinê ku li dijî pêkhateyên herêmê têne bikaranîn, bisekinin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku der barê siyasetên hov, kuştina sivîlan ji bo pêkanîna çavnebariyên dewleta Tirk a faşîst, ji bêdengiya xwe derkeve.

(bx)

ANHA