Partiya Sûriya Pêşerojê: Armancên artêşa Tirk li Iraq û Sûriyê yek in

Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê diyar kir ku armancên dewleta Tirk a dagirker eşkere ne û Sûriyê û Iraqê wekî hev in ku dixwaze herêmê ji nûve dagir bike. Her wiha bang li pêkhateyên herêmê hat kirin ku li dijî planên mêtîngeriyê hevgirtî bin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Armancên artêşa Tirk li Iraq û Sûriyê yek in
20 nîsan, 2022   13:48
REQA

Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li pêşiya avahiya partiyê ya li başûrê bajarê Reqayê kom bûn. Serokê partiyê Îbrahîm Qeftan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Hîn jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, ji beriya çend rojan ve êrişên li dijî herêmên Til Temir û Zirganê zêde kirim. Dewleta Tirk mijûlbûna cîhanê bi şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de bi kar tîne û propagandeya pêkanîna êrişên nû li dijî herêmên me dike."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zêdekirina êrişên artêşa Tirk a dagiker bi armanca derbekirina projeya demokratîk e û wiha hate gotin: “Ji beriya çend rojan ve êrişên hawayî û bejahî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker bi van kiryaran armanc dike Başûr dagir bike û tev li xaka xwe bike. Bi vê yekê nirxên mirovî û exlaqî têk dibe û bi hevpariya PDK`ê dixwaze gelê herêmê ji hev qut bike.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: "Armanca dewleta Tirk a dagirker li Iraq û Sûriyê yek in. Armancên wê êdî bi rêya guhartina demografiya Efrîn, Carblus, Bab a herêmên bakurê Sûriyê eşkere xuya dikin.

Em bang li hemû gelê herêmê û hêzên cîhanê dikin ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê yekitiya xwe ava bikin. Her wiha bang li hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku nekeve xefa dewleta Tirk a dagirker û bang li NY`yê û rêxistinên hiqûqî dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku siyaseta xwe ya mêtîngeriyê li herêmê û cîhanê bi dawî bike."

(eh)

ANHA