​​​​​​​Li Derayê leşkerek hate kuştin û 3 leşker dîl hatin girtin

Di demekê de ku li bajarê Derayê rêjeya kuştin û revandinê zêde bûye, kesên nenas leşkerekî Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê Xerab Şehim kuşt, her wiha çekdaran 3 leşkerên hikumeta Şamê dîl girtin.

​​​​​​​Li Derayê leşkerek hate kuştin û 3 leşker dîl hatin girtin
20 nîsan, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên xwecih derbasî çerxerêya bajarokê Itman ê li bakurê Derayê bûn û 3 leşkerên hikumeta Şamê revandin.

Çekdaran bi vîdeoyekê li hemberî serbestberdana leşkerên hikumeta Şamê yên dîl girtine, banga serbestberdana girtiyan kir. Li aliyekî din jî piştî çekdar ji bajarokê Itman vekişiyan, hêzên hikumetê ketin nava tevgerê.

Her wiha kesên nenas leşkerekî Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê li bajarokê Xerab Şehim ê li rojavayê Derayê kuşt.

(eh)