Erdogan spasiya hevkarên xwe yên êrişan kir

Serokkomarê Tirk Erdogan ji ber ku piştgiriyê dide êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê, spasiya Hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir.

Erdogan spasiya hevkarên xwe yên êrişan kir
20 nîsan, 2022   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe de axivî û derbarê êrişa li dijî Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin de daxuyanî da.

Erdogan, diyar kir ku çi jî bikin gerîllayên HPG’ê li derveyî sînor xwe didine hev û derbasî Tirkiyeyê dibin û ji ber vê yekê konsepta xwe ya şerê li dijî PKK’ê guhertine û bandora vê konsepta xwe di demeke kurt dîtine.

Di berdewamê de Erdogan, destnîşan kir ku di vê konseptê de Hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê piştgirî didin wan û ji bo vê piştgiriyê spasiya her du rêveberiyan kir.