​​​​​​​Mesrûr Barzanî li Londonê hat protestokirin

Serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Londonê ji aliyê ciwanên Kurd ve hat protestokirin.

​​​​​​​Mesrûr Barzanî li Londonê hat protestokirin
20 nîsan, 2022   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Mesrûr Barzanî ku beriya êrişa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK'ê ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir, hatibû serdana Tirkiyê, çû serdana Brîtanyayê. Barzanî li Londonê ji aliyê ciwanên Kurd ve hat protestokirin.

Ciwan li ber nûnertiya PDK'ê ya Londonê kom bûn û ji ber ku bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî Başûr de cih digire, Barzanî şermezar kir.

Ciwan êrişa dewleta Tirk û PDK'ê şermezar dikin û ji bo ku Barzanî ji avahiya nûnertiya PDK'ê derkeve, li ber avahiyê dirûşman berz dikin û sekna xwe didomînin.