Li bajarokekî Dêrazorê hemleya paqijiyê hat destpêkirin

Şaredariya Gel a bajarokê Ebû Hemam ê li rojhilatê Dêrazorê bi dirûşma "Paqijiya mala min, paqijiya bajarê min e" duh êvarê hemleyeke paqijiyê da destpêkirin.         

Li bajarokekî Dêrazorê hemleya paqijiyê hat destpêkirin
20 nîsan, 2022   11:24
DÊRAZOR

Hejmareke mezin ji şêniyên bajarokê Ebû Hemam û endamên Şaredariya Gel beşdarî hemleya paqijiyê bûn. Di di roja yekemîn a hemleyê de rêya sereke ya bajarok hat paqijkirin.

Tê payîn ku hemleya paqijyê dê di dirêjahiya meha Remezanê de rojane êvarê li hemû taxên Ebû Hemam û herêmên derdorê berdewam bike.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 28'ê Adarê de hemleya paqijiyê li herêma Cizîrê dabû destpêkirin û li Kobanê jî çalakiyên bi heman rengî hatin lidarxistin.

(dx)

ANHA