Li Efrîna dagirkirî bûyerên revandinê zêdetir dibin

Çeteyên “Firqeya El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî welatiyek revand û bir cihekî ne diyar.

Li Efrîna dagirkirî bûyerên revandinê zêdetir dibin
20 nîsan, 2022   10:16
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Firqeya El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Nîsanê de welatiyê bi navê Cîhad Sebrî Dawûd ê ji gundê Dargirê revand.

Li gorî çavkanî, çeteyan bi ser mala welatiyê navborî de girt, ew revand û bir cihekî ne diyar. Aqûbeta wî heta niha nayê zanîn.

(cx)

ANHA