Li Derayê di 2 rojên dawîn de 10 kes hatin kuştin

Li Derayê ku projeya hikumeta Şamê ya "lihevkirinan" lê pêk tê, di 2 rojên dawîn de 3 sivîl û 7 leşker hatin kuştin.

Li Derayê di 2 rojên dawîn de 10 kes hatin kuştin
20 nîsan, 2022   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Derayê ku hêzên hikumeta Şamê kontrol kiriye, tevî  kişandina çekan û "lihevkirinan" jî, lê hîna jî çek di destê pir kesan de hene, komên xwecih ên ku li gorî perspektîfên şaxên ewlekariyê yên hikumeta Şamê tev digerin û aliyên xizmeta ajandeyên Îranê û Rûsyayê dikin, hene.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku duh di saetên sibê de 5 operasyon pêk hatin.

SOHR`ê eşkere kir ku di kêmî 48 saetên derbasbûyî de li herêmê di encama 13 operasyonan de, 3 sivîl û 7 leşker û hevkarên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

SOHR`ê destnîşan kir ku ji destpêka Çileyê ve 155 operasyon pêk hatine û di encamê de 127 kes hatine kuştin, ji wan 67 sivîl in û di nav de jinek û 4 zarok hene, her wiha 46 leşkerên hikumeta Şamê, hevkarên bi saziyên ewlekariyê û leşkerên "lihevkirinan" hene. Li aliyekî din jî 7 leşkerên berê "lihevkirin" qebûl kirine û tev li tu aliyên leşkerî nebûbûn, çeteyekî DAIŞ`ê, 5 kesên nenas û leşkerek ji çekdarên alîgirên Rûsyayê jî hatine kuştin.

(eh)