​​​​​​​‘Armanca êrişa Şengalê qirkirina Kurdan û çewisandina çanda êzidiyan e’

Hevserokên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê êrişên artêşa Iraqê ya li dijî Şengalê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrişê, çewisandina çanda êzidiyan û qirkirina gelê Kurd e.

​​​​​​​‘Armanca êrişa Şengalê qirkirina Kurdan û çewisandina çanda êzidiyan e’
20 nîsan, 2022   10:09
QAMIŞLO

Di şahiya Çarşema Sor de ku vê sibê li gundê Qizlacox ê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo li dar ketiye, hevserokên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê axivîn.

Di şahiyê de Koma Şehîd Zerdeşt ayînên olî yên cejna Çarşema Sor pêşandan. Piştre hevserokên Mala Êzidiyan Silêman Hemo û Leyla Meho axivîn û sersala êzidiyan (Çarşema Sor) li civaka êzidî pîroz kir.

Leyla Meho bixêrhatina beşdaran kir û got: “Dema civaka êzidî Çarşema Sor pîroz dike, artêşa Iraqê êrişî Asayîşa Êzîdxanê kir. Em vê êrişê şermezar dikin. Ew ji êrişa li ser civaka êzidî armanc dikin Kurdan qir bikin.”

Silêman Hemo jî behsa ayînên Çarşema Sor kir û got: “Ev roj hemû xisletên xêrê, hezkirin û bedewiyê di nava xwe de dihewîne. Di vê cejnê de, hêk tên boyaxkirin, şêranî li zarokan tên belavkirin. Êzidî jî berê xwe didin Laleşa pîroz û mûman vêdixin.”

Hemo destnîşan kir ku pîrozkirina vê cejnê bersiva hemû planên dijminan e ku dixwazin çanda civaka êzidî biçewisînin û Kurdan qir bikin û got: “Beriya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê me bi awayekî veşartî cejna xwe pîroz dikir. Lê niha bi saya Rêveberiya Xweser em bi awayekî eşkere û azad cejna xwe pîroz dikin. Rêveberiyê azadî û maf da hemû gelan.”

Her wiha Hemo bal kişand ser êrişên artêşa Tirk ên li dijî Şengalê û got: “Li şûna ku piştgiriya rêveberiya me ya xweser bikin, piştgiriyê didin dewleta Tirk û êrişî Asayîşa Êzîdxanê dikin.”

Şahî berdewam e.

(şx)

ANHA