Ji bilî Kazimî, aliyên erebî û iraqî bertekên tund nîşanî êrişan dan

Bertekên aliyên iraqî û erebî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Lê belê serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li hembr van êrişan tu helwest nîşan neda, berovajî fermana êrişkirina Şengalê da. Gelo ev çi nîşan dide?

Ji bilî Kazimî, aliyên erebî û iraqî bertekên tund nîşanî êrişan dan
20 nîsan, 2022   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî 3 rojan ji hevdîtina Mesrûr Barzanî tevç şandeyeke PDK`ê ji Tirkiyê re û hevdîtina bi serokkomarê Tirk Recep Teyyip Erdogan û serokê îstixbarata Tirk Hakan Fîdan re, 18`ê Nîsanê dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrişên nû da destpêkirin.

Derdorên erebî û iraqî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî serdestiya Iraqê bertekên tund nîşan dan.

BÊDENGIYA BEXDAYÊ HIŞT DEWLETA TIRK SERWERIYA IRAQÊ BINPÊ BIKE

Endamê Hevbendiya El-Fetih Elî El-Fetlawî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û teqez kir ku ji ber bêdengiya hikumeta Iraqê, dewleta Tirk serweriya Iraqê binpê dike.

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq, Qeys El Xezelî jî diyar kir ku li ser xaka Iraqê hebûna artêşa Tirk ji ya hêzên Amerîka metirsîdartir e.

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, derbarê êrişa dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir û got, “Wê Iraq li beramberî dubarebûna êrişên Tirkiyê bêdeng nemîne.”

NAYÊ QEBÛLKIRIN

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm jî daxuyaniyek nivîskî da. Emar Hekîm got: “Bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûlkirin.”

Hekîm da zanîn divê hemû welat rêzê li hember serweriya xaka Iraqê bigirin.

Parlamanterê iraqî û nûnerê Bloka Sadîqûn Ehmed El-Mûsewî jî got, şerm e ku hikumeta Iraqê û parlamantoyê li hemberî êrişa dewleta Tirk li ser xaka Iraqê bêdeng bimînin.

Li aliyê din, ketîbeyên “Hizbullah-Iraq” gotin, aramnc ji destdirêjiya dewleta Tirk li ser serdestiya Iraqê, kontrolkirina petrol û gazê ye.

PROTESTOYA FERMÎ

Wezareta Karên Derve ya Iraqê sêşemê balyozê Enqereyê yê li Iraqê Alî Riza Guney vexwend û muzakereyeke protestoyî radestî wî kir, tê de bang li Tirkiyê kir ku dev ji tevgerên wiha yên provokatîf û binpêkirinan berde. Wezareta Iraqê her wiha banga vekişandina hemû hêzên Tirkiyê yên li xaka Iraqê kir.

Serokkomariya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyî da û got: "Em êrişên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin. Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn."

Li ser malperên medya dijîtal jî bertekên li dijî bêdengiya hikumeta Iraqê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk li bakurê Iraqê, derketin û ev pirs hat kirin: “Dê kengî hikumeta Bexdayê dagirkeriya Erdogan li herêmên Kurdistanê rawestîne?”

Kombûna Erebî ya Piştgiriya Doza Kurdî û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî teqez kirin ku tu bihaneyên êrişên li ser Başûrê Kurdistanê tune ne û zêdebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyê li wir ji bo dagirkirina wê xakê ye.

Sekerterî Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz jî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şeremzar kirin û wekî destdirêjiya li serdestiya Iraqê hesiband.

KAZIMÎ ÊRIŞAN DESTEK DIKE!!

Ruxmî van bertekên tund jî, lê belê serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî li hemberî êrişan tu helwest nîşan nedaye. Berovajî, wekî Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ferman da arêtşê û hêzên çekdar ên Iraqê ku êrişî Şengalê bikin.

Kazimî dostekî kevn serokkomarê Tirk û serokê îstixbarata Tirkiyê ye. Çavdêr dibînin ku Kazimî û PDK`ê bi dewleta Tirk re li ser hesabê gelê Iraqê komployan saz dikin.

(cx)