QSD`ê bîlançoya sûcên dewleta Tirk li Eyn Îsa û Girê Spî eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk bîlançoya sûcên di 15 rojan de dewleta Tirk a dagirker li dijî gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî pêk anîne, eşkere kir.

QSD`ê bîlançoya sûcên dewleta Tirk li Eyn Îsa û Girê Spî eşkere kir
20 nîsan, 2022   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî duh got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka Nîsanê ve êrişên xwe li ser gundên Eyn Îsa û rêya M4 zêde kirine.

Li gorî QSD`ê, bîlançoya êrişan wiha ye:

Li rojavayê Eyn Îsayê, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Mieleq, Seyda, Cidîde, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kir. Derdora 48 topên hewan, tank û topavêjan li herêmê ketin.

Her wiha gundê Mişêrfe yê bakurê bajarokê Eyn Îsayê rastî 13 êrişan hat û 63 top li herêmê ketin.

Dewleta Tirk a dagirker 9`ê Nîsanê gundê Erîda yê rojavayê Giê Spî bi 10 topan kiriye hedef û balafirên keşfê li herêmê geriyan.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Um Beramîl, Hiwêce, Fatsa, Gazlî û Sakîro yên rojhilatê Eyn Îsayê 5 caran bi dijwarî topbaran kirin. Dewleta Tirk ew gund bi 40 topan, du bombeyên ronahiyê û rojane bi çekê doçka topbaran kir. Di 16`ê Nîsanê de gundê Gazlî topbaran kir û welatiyê bi navê Hesen Hemed El-Selame birîndar bû.”

QSD`ê daxuyand ku dewleta Tirk bêdengiya hêzên garantor (Rûsya ku bi şerê li Ukraynayê mijûl bûye û Amerîka) bi kar tîne û êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne. Her wiha Rûsya nepêkanîna agirbestê ji aliyê dewleta Tirk ve paşguh dike.

(şx)

ANHA